Cenazeyê Sirri Sureyya Onder hat veşartin

04-05-2025
RÛDAW
Nîşan Sirri Sureyya Onder Cenaze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cenazeyê Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li Stenbolê hat definkirin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder duh li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ku lê dihat dermankirin piştî 18 rojan wefat kir.

Cenazeyê Onder piştî merasima ku li Navenda Çandê ya Ataturkê (AKM) hat lidarxistin birin Mizgefta Barbaros Hayrettîn Paşayê ya li Leventê.

Dayika wî Zelîha Onder, birayê wî Alî Onder, keça wî Ceren Onder Kandemîr, malbat û mirovên Onder sersaxiyan qebûl dikin.

Çiqilekê zeytûnê yê ku sembola aştiyê ye li ber tabuta Onder a ku bi alaya Tirkiyeyê lê hatiye pêçandin, hat danîn.

Dema esrê li mizgeftê merasêma cenaze hat lidarxistin.

Piştî dia hatin kirin û ji bo wî helalî hat xwestin, nivîskar Îhsan Eliaçik nimêja cenazeyê Onder da kirin.

Ji bilî malbat, dost û hevalên wî gelek siyasetmedar, nivîskar, hunermend û ji hemû beşên civakê xelk beşdar bûn

Cenazeyê Onder piştî nimêjê li Goristana Zîncîrlîkuyuyê û hat definkirin.

Hevserokên DEM Partiyê, siyasetmedarên Kurd Ahmet Turk û Leyla Zana, hevjîna Selahattîn Demîrtaş Başak Demîrtaş, Serokê Parlamentoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş, Serokê CHPê Ozgur Ozel, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu, Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim beşdarî merasîma veşartina cenazeyê Sirri Sureyya Onder bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst