Rojnameya Fermî weşand: Pakêta 10emîn a Darazê ket meriyetê

04-06-2025
RÛDAW
Nîşan Rojnameya Fermî Pakêta 10emîn a Darazê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Parlamentoya Tirkiyeyê Pakêta 10emîn a Darazê qebûl kir û di Rojnameya Fermî de hat belavkirin û dê li gorî sererastkirinên nû yasa werin bicihanîn.

Tê çaverêkirin ku girêdayî sererastkirinan 19 hezar û 800 girtî bên berdan.

10emîn Pakêta Darazê ku 30 xal li xwe digire û guhertina di 9 yasayan de pêşniyar diker li gel rexne û nerazîbûna DEM Partiyê û partiyên din ên mixalefetê îro li Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin.

Piştî ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin û bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê.

Bi lihevkirina partiyan 8 xal ji pakêtê hatin derxistin ku xalên derbarê sererastkirinên înternetê û girtiyên zarok jî di nav de ne.

DEM Partiyê pêşniyar kiribû ku pakêt rewşa girtiyên nexweş ên siyasî jî li xwe bigire lê ev yek nehat qebûlkirin.

Her wiha kesên ku ji ber sûcên “muebbeta giran” û “darbeyê” hatine mehkûmkirin nikarin ji vê guhertinê sûdê wergirin.

Li gorî amarên Saziya Girtîgehan a Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ji 7ê Nîsanê ve li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 403 hezar girtî û mehkûm di girtîgehan de ne.

Kapasîteya 395 saziyên girtîgehan ên li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdeyî 300 hezarî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst