Hakan Fidan: Ji bo vegera penaberên Sûriyeyî divê aramî li navçeyê çêbibe

04-07-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Urdin Penaberên Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên Derve yên Tirkiye û Urdunê li Enqerê civiyan. Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand ku di mijara vegerandina penaberên Sûriyeyî de hevahengiyê dikin.

Îro Çarşemê 4ê Temûza 2023an Wezîrê Derve yê Tirkiyê hakan Fidan li Enqerê pêşwazî li Cîgirê Serokwezîrê Urdunê û Wezîrê Derve yê wî welatî Eymen Sefedî kir.

Piştî civîna dûalî û şandên herdû welatan, civîneke çapemeniyê ya hevbeş saz kirin. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan di civîna çapemeniyê de got: “Me di civînên xwe de pêşhatên girêdayî mijara Sûriyeyiyan gotûbêj kirin û bo vegera Sûriyeyiyên niştecihê Tirkiyê bo welatê wan, pêwîst dibînin heta zûye li navçeyê aramî çêbibe.”

Herwiha Hakan Fidan diyar kir “Di vê mijarê de li ser şêwrên xwe yên ligel Urdunê berdewam dibin.” Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen Sefedî berî serdana xwe ya Enqerê, roja Duşemê serdana Şama paytexta Sûriyê kir û ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed û Wezîrê Derve yê wî welatî Feysel Miqdad civiya. Di civînên herdû welatan de mijara koçberan û bazirganiya bi maddeyên hişbir hatin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst