Hewlêr (Rûdaw) – Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê zêdetirî 100 parlamenterî bi gumana bijehrêketinê çûn nexweşxaneyê.
Li gorî zanyariyan şeva borî zêdetirî 100 parlamenterî ji ber verişîn, zikçûn û bêtaqetiyê çûne nexweşxaneyê.
Derbarê mijarê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn lê tê gotin, dibe ku sedem ava Parlamentoya Tirkiyeyê be.
Hat diyarkirin ku 2 roj in nexweşî berdewam e û li gel parlamenteran, çend karmendên parlamentoyê jî ji ber heman sedeman çûne nexweşxaneyan.
Rayedarên Serokatiya Xizmetên Piştgiriyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê li ser vê nexweşiyê daye zanîn ku wan nimûneyên xwarinê şandine lêkolînê lê tiştek jê derneketiye ku bibe sedema bijehrêketinê.
Rayedaran diyar kiriye ku wan li gel Birêvebiriya Tenduristiyê ya Enqereyê gotûbêj kiriye û ji wan re hatiye gotin ku li seranserî parêzgehê şewbeke cidî heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse