Hewlêr (Rûdaw) - CHPyê kesên ku wekî qeyûm li ser rêxistina wê ya Stenbolê hatibûn tayînkirin, şandin dîsîplînê.
Partiya Gel a Komarî (CHP) ew kesên ku bi awayekî demkî wekî qeyûm li ser rêxistina wê ya Stenbolê hatibûn tayînkirin, bi daxwaza avêtina ji partiyê sewqî desteya dîsîplînê kirin.
Roja Sêşemê Dadgeha Stenbolê, bi biryarekê Kongreya Asayî ya 38an a rêxistina CHPyê ya Stenbolê betal kir û birêvebiriya niha ya bi serokatiya Ozgur Çelîk ji kar dûr xist.
Li şûna birêvebiriya niha jî qeyûm hat tayînkirin.
Her wiha 196 delegeyên ku di kongreyê de hatibûn hilbijartin, bi awayekî demkî ji wezîfeyên xwe hatin dûrxistin û pêvajoya kongreyê hat rawestandin.
Li şûna birêvebiriya ku ji kar hatiye dûrxistin, heyeteke ku ji Gursel Tekîn, Zekî Şen, Hasan Babacan, Mujdat Gurbuz û Erkan Narsap pêk tê, bi awayekî demkî wekî qeyûm hat tayînkirin.
CHPyê piştî biryarê ragihandibû ku ew biryarê nas nake û dê pêvajoyê bi mekanîzmayên dîsîplînê yên navxwe yên partiyê ji nêzîk ve bişopîne.
Di vê çarçoveyê de, CHPyê Gursel Tekînê ku wekî serokê qeyûmê li ser Rêxistina Stenbolê hatibû tayînkirin, bi daxwaza avêtina teqez a ji partiyê sewqî Desteya Bilind a Dîsîplînê kiribû û bi devkî û nivîskî parastina wî jê xwestibû.
Li gorî agahiyan li gel Gursel Tekîn, 4 kesên din ên bi navê Zekî Şen, Hasan Babacan, Mujdat Gurbuz û Erkan Narsap ên ku wekî qeyûm li ser birêvebiriya CHPyê ya Stenbolê hatibûn tayînkirin, bi daxwaza avêtina teqez a ji partiyê sewqî desteya dîsîplînê kirine.
Tê çaverêkirin ku daxuyaniya derbarê pêvajoya dîsîplînê di rojên pêş de ji aliyê Desteya Bilind a Dîsîplînê ya CHPyê ve bê belavkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse