Stenbol (Rûdaw) - Beriya çend rojan Dadgeha Stenbolê biryar dabû ku Kongreya CHPyê ya Stenbolê bê betalkirin û Serokbajarê CHPyê Ozgur Çelîk û birêvebiriya heyî ji wezîfeyê bên dûrxistin.
Ji bo Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya CHPyê jî bi awayekî demkî Gursel Tekîn wekî qeyûm hatibû destnîşankirin.
Piştî ku Gursel Tekîn da zanîn ew dê 8ê Îlonê bi şandeya qeyûm re derbasî nav avahiya serokbajariya Stenbolê bibe, hêzên ewlehiyê doh şev ji bo pêşî li protesto û xwenîşandanan bigire hemû rêyên ku diçe serokbajariya CHPyê ya Stenbolê girtin.
Li ser vê rûdanê Serokê CHPyê Ozgur Ozel bangî hemû endam û alîgirên CHPyê kir ku biçin serokbajariya CHPyê û xwedî li partiyê derkevin.
Qedexe hat ragihandin
Walîtiya Stenbolê biryara 3 roj qedexeya çalakiyan da.
Walîtiya Stenbolê, li 6 navçeyên Stenbolê li BeşÎktaş, Beyoglu, Eyupsultan, Kagithane, Sariyer û Şîşliyê ji 7ê îlonê heta saet 12ê şeva 10ê îlonê her cure çalakiyên wekî mitîng, meş, daxuyaniya çapemeniyê qedexe kirin.
Serokbajariya CHPyê ya Stenbolê û derdora wê jî di bin dorpêça polîsan de ye.
Di navbera polîs û girseya CHPyê de alozî derket
Polîs car caran midaxeleyî girseya CHPyê kir ku dixwest derbasî serokbajariyê bibin.
CHP bi biryar e ku bi endam û rêveberên xwe re li avahiya serokbajariyê be û rê nedin ku qeyûm derbasî nav avahiyê bibe.
Endamê Meclisa Şaredariya CHPyê ya BahçelÎevlerê Sabahattîn Acar ji Rûdawê re da zanîn ku bi van operasyonan dixwazin CHP ji ser maseya pêvajoya aştiyê rakin lê CHP dê her piştgiriya xwe ya bo pêvajoya aştiyê bidomîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse