Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP) piştî ku Gursel Tekînê ket avahiya Serokatiya Bajêr a Stenbolê, navenda xwe ya li Stenbolê veguhast.
Li derdora avahiya Sariyerê di navbera alîgirên partiyê û polîsan de alozî derket û polîsan gaza rondikrêj bi kar anî.
CHPyê navenda xwe veguhast Bahçelîevlerê
CHPyê doh êvarê ragihand ku avahiya xwe ya li Sariyerê girtiye û serokatiya xwe ya bajêr veguhastiye navçeya Bahçelîevlerê.
Di daxuyaniya ku li ser hesabên medyaya civakî yên CHPyê hat belavkirin de hat gotin:
"Endamên me yên hêja yên Stenbolê, mala bavê me, avahiya me ya Serokatiya Bajêr, dê li avahiya me ya navçeya Bahçelîevlerê xizmetê bide."
Serokwekîlê Koma CHPyê Murat Emîr jî diyar kir ku avahiya berê ya li Sariyerê wekî "ofîsa kar" a Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel hatiye destnîşankirin û got:
"Kesê ku îro li wir e ne li Serokatiya Bajêr a CHPyê, rasterast li ofîsa kar a Serokê me yê Giştî ye û ew der dagir kiriye."
Gursel Tekîn li ser biryara veguhastinê got, "Pêwîstiya me cih nîne. Em dê kon vedin û dîsa bixebitin."
Hat ragihandin ku Gursel Tekîn xwe amade dike ku biçe avahiya Bahçelîevlerê.
Li avahiya berê çi qewimî?
Li derdora avahiya li Sariyerê hejmareke zêde ya polîsên hêzên taybet, TOMA û wesayîtên desteserkirinê bi cih bûbûn.
Dema Gursel Tekîn ket avahiyê, polîsan li hemberî girseyê gaza rondikrêj bi kar anî.
Di encama midaxeleya polîsan de gelek endamên partiyê birîndar bûn û hin ji wan ji ser hişê xwe çûn.
Parlamenterê CHPyê yê Rihayê Mahmut Tanal jî birîndar bû û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyê xwe yê li nexweşxaneyê parve kir û got, "Çavê min birîndar e, laşê min tije şopên derban e."
Li aliyê din di heman demê de, di navbera alîgirên Tekîn û CHPyiyên din de jî alozî derket.
Li gorî zanyariyên nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez bi dehan kes hatin desteserkirin.
Helwesta hikûmetê
Parêzgariya Stenbolê li navçeyên wekî, Şîşlî, Beşîktaş, Beyoglu, Sariyerê heta 10ê Îlonê hemû çalakî û xwenîşandan qedexe kirin.
Herî dawî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî li ser aloziya navxweyî ya CHPyê axivî.
Erdogan doh piştî civîna Kabîneya Serokkomariyê got, "Em dê rê nedin ku şerê kursiyan ê di navbera kadroyên kevn û nû yên partiya sereke ya mixalefetê de geş dibe, zerarê bide destkeftiyên welêt.
Bila biqîrin ji ew dê nikaribin pêşî li pêkhatina edaletê bigirin."
Li aliyê din, Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya got, "Guherandina biryarên dadgehê û hewldana bangkirina gel a ji bo ku dakevin kolanan, bi eşkereyî li dijî hiqûqê ye."
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç jî ragihand ku derbarê kesên ku bûne sedema bûyeran û li ser medyaya civakî "parvekirinên provokatîf" kirine de lêpirsîna edlî hatiye destpêkirin.
Serokê RTUKê Ebubekîr Şahîn jî hişyarî da ku ew dê ti carî rê nedin weşanên ku banga derketina kolanan dikin û dê hemû cezayan, heta betalkirina lîsansê jî, li wan bibirin.
Bûyerê çawa dest pê kir?
Di doza ku ji bo betalkirina Kongreya 38an a Asayî ya Bajêr a CHPyê ya Stenbolê hatibû vekirin de, dadgehê 2yê Îlonê biryara rawestandina wezîfeya Serokê Bajêr Ozgur Çelîk û rêveberiya wî da.
Dadgeha 45an a Hiquqa Eslî ya Stenbolê bi serokatiya Gursel Tekîn li şûna wan heyetek (qeyûm) tayîn kir.
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel bertek nîşanî biryarê dabû û gotibû, "Em ti biryarên wê dadgehê nas nakin, serokê me yê bajêr li ser karê xwe ye."
CHPyê her wiha derbarê Gursel Tekîn biryara îxrackirinê jî dabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse