Heyeta Îmraliyê naveroka hevdîtina bi Ocalan re eşkere kir

04-11-2025
RÛDAW
Nîşan Heyeta Îmraliyê DEM Partî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ragihand ku wan li Îmraliyê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinek "gelekî erênî" pêk aniye.

Li gorî daxuyaniyê, Ocalan gotiye, “Pêwendiya Tirk û Kurdan wekî du stûnên hezar salî ye” û divê “diyardeya Kurdan bi hemû aliyên xwe ve tevlî yasayîbûna komarê bibe.”

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê îro 4ê Çiriya Paşîn a 2025an daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku wan doh 3yê Çiriya Paşîn bi Ocalan re hevdîtinek pêk aniye ku nêzîkî sê saetan ajotiye.

Heyetê diyar kir ku tenduristî û moralê Ocalan "gelekî baş" bûye.

Daxuyaniya Heyeta Îmraliyê wisa ye:

"Ji çapemenî û raya giştî re,

Di 3yê Çiriya Paşîn a 2025an de me li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke gelekî erênî pêk anî ku nêzîkî sê saetan ajot.

Tenduristî û morala wî gelekî baş bû. Wî di hevdîtina me de bi kurtasî ev nirxandin kirin:

Ji bo ku em karibin vê pêvajoya ku em tê de ne bi pêş bixin, pêwîst e ku dîrok û sosyolojî zêdetir cidî bên wergirtin.

Girîng e ku bê tesbîtkirin ku pêwendiya Tirk û Kurdan wekî du stûnên hezar salî heta roja îro hatiye.

Pêwîst e bi dîtin, fêmkirin û sererastkirina van stûnan pêkvejiyanê bê xurtkirin.

Divê em ne bi xêzkirina xetan, bi avakirina asoyeke ku pirsgirêkên me yên rojane jî li xwe digire tevbigerin.

Em di şert û mercên sînordar de ji bo pirsgirêka dîrokî hewleke cidî didin. Em hewl didin qonaxeke erênî bi pêş bixin, ne yeka wêranker û neyînî.

Divê diyardeya Kurd bi hemû aliyên xwe ve tevlî yasayîbûna komarê bibe û ji bo vê jî pêvajoyeke veguhêz a bihêz esas bê girtin.

Veguhastina yasayîbûnê wekî diyardeyeke giştî dê bingehên hiqûqî yên Komara Demokratîk xurttir bike.

Derfeta entegrasyona demokratîk a ku em îro li ber deriyê wê ne, hem herêmî ye û hem jî gerdûnî ye.

Ji bo ku em karibin derbasî qonaxa erênî bibin, di vê pêvajoyê de ji bo her kesî girîngiyeke jiyanî ye ku bi hestiyarî, ciddiyet û bi zanebûna berpirsyariyê tevbigere.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst