Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li ser rûdanên dawî yên li Sûriyeyê daxuyaniyek da û got, "Li Sûriyeyê Kurd tiştek in û HSD tiştekî din e. HSD nûnertiya Kurdên Sûriyeyê nake."
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê bipêşketinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Bahçelî di daxuyaniya xwe de peyamên tund da Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û pesnê birêvebiriya nû ya Sûriyeyê ya bi serokatiya Ehmed Şer.
Bahçelî di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Li Sûriyeyê avakirina qadên kontrola fiîlî ji aliyê HSDyê ve li herêmên bakur û bakurê rojhilatê welêt, bûye yek ji astengên herî sereke li pêşiya pêvajoya jinûveavakirin û istiqrarê.
Birêvebiriya nû ya Sûriyeyê ya di bin serokatiya Ehmed El-Şer de, bidawîanîna vê avahiya parçebûyî û jinûveavakirina otorîteya dewleta navendî wekî pêşengiya sereke diyar kiriye.
Di vê çarçoveyê de lihevkirina ku di 10ê Adara 2025an de bi HSDyê re hatibû kirin, ji bo bidawîanîna hebûna çekdarî ya rêxistinê û entegrasyona wê ya di nav saziyên dewletê de wekî xaleke werçerxanê ya girîng hatibû nirxandin.
Lêbelê di nava deh mehên borî de serkêşiya HSDyê helwesteke ku bi eşkereyî li dijî ruh û hukmên peymanê ye nîşan da; bi rojevhiştina daxwazên xweserî û federasyonê hewl da pêvajoyê dirêj bike.
Ev nêzîkatî ji aliyê birêvebiriya Şamê ve wekî gefeke eşkere ya li dijî yekparçeyiya axa Sûriyeyê hat dîtin."
Bahçelî diyar kir ku Tirkiye piştgiriyê dide avahiya unîter a Sûriyeyê û got:
"Yek ji faktorên herî girîng ku helwesta hikûmeta navendî di vê pêvajoyê de xurt kir, piştgiriya eşkere û bi biryar a Tirkiyeyê ya ji bo avahiya unîter a Sûriyeyê bû.
Li ser banga hikûmeta navendî ya Sûriyeyê ya ji bo bidawîanîna hebûna HSDyê û entegrebûna wê ya bi birêvebiriya navendî re li gorî peymana lihevkirî, serkêşê HSDyê Mezlûm Ebdî, di encama piştgirî û fîtneya ku ji Îsraîlê wergirtiye de bersiveke erênî neda.
Her çiqas Mezlûm Ebdî bi anîna ziman a daxwaza xweserî/federasyonê hewl dabe ji birêvebiriya Şamê tawîzan bi dest bixe jî birêvebiriya Şer di mijara yekîtiya siyasî û yekparçeyiya sînoran de bi biryar tevgeriyaye.
Gotinên Tirkiyeyê yên ku di her derfetê de dibêje divê Sûriye xwedî avahiyeke unîter be, hêz daye Şer û li hemberî berxwedana aliyê HSDyê cesaret daye hikûmeta navendî."
Bahçelî bal kişand ser operasyonên leşkerî yên dawî û wiha dewam kir:
"Pêneanîna erkên lihevkirina 10ê Adarê ji aliyê HSDyê ve, bû sedem ku hem ji Enqereyê hem jî ji Şamê bertekên cidî bilind bibin.
Tevgera leşkerî ya ku rojên dawî yên sala 2025an dest pê kir, bi destpêkirina operasyonên li dijî HSDya ku hîn hêzên xwe yên çekdar li Helebê digirtin derbasî qonaxeke nû bû.
Heleb di demeke kurt de ji hêzên HSDyê û paşmayiyên rejîma Esad ên ku piştgirî didan wê hat paqijkirin.
Artêşa Sûriyeyê ya ku ber bi rojhilatê Helebê ve tevgeriya, herî dawî piştî Dêr Hafira di bin dagirkeriya HSDyê ya li rojavayê Çemê Feratê de, Meskene û 34 gund û bajarok xistin bin kontrola xwe.
Yekîneyên artêşa Sûriyeyê li başûrê rojavayê Reqayê dest bi komkirina hêzên xwe kirin.
Artêşa Sûriyeyê, sibêha 17ê Kanûna Paşîn ragihand ku herêma li rojavayê Feratê wekî herêma leşkerî ya girtî hatiye îlankirin û bang li sivîlên herêmê kir ku demildest ji çeperên mîlîsên PKKyê û paşmayiyên rejîma rûxiyayî ya hevpeymana HSDyê dûr bikevin."
"Kurd û HSD ji hev cuda ne"
Devlet Bahçelî diyar kir ku eşîrên herêmê Şamê tercîh dikin û got:
"Serdestiya ku artêşa Sûriyeyê li qadê li hemberî HSD/PKKyê nîşan da, ne tenê îradeya birêvebiriya Şamê ya ji bo kontrolkirina tevahiya welêt raxist ber çavan, her wiha eşkere kir ku HSD ne bi qasî ku îdia dike bi hêz û bibandor e.
Li aliyê din, di vê pêvajoyê de zelaltir hat fêhmkirin ku gelek eşîrên Kurd û Ereb ên li herêma di bin kontrola HSDyê de dijîn ji hebûna HSDyê aciz in, serweriya birêvebiriya Şamê tercîh dikin û di pevçûneke muhtemel a di navbera Artêşa Sûriyeyê û HSDyê de dê li kêleka Şamê cih bigirin.
Di pêvajoya ku artêşa Sûriyeyê di 17 û 18ê Kanûna Paşîn de ber bi Reqayê ve pêş ve diçû de, gelek eşîran li pey hev daxuyandin ku ew li kêleka birêvebiriya navendî ya Sûriyeyê ne.
Ya rast jî ev e, lewra li Sûriyeyê Kurd tiştek in û HSD tiştekî din e. HSD nûnertiya Kurdên Sûriyeyê nake.
Van geşedanan nîşan da ku HSD nikare cografyayeke ku piraniya wê ji Ereban pêk tê bi zora çekan di bin kontrolê de bigire û bixwaze bigire jî bi hevkariya birêvebiriya Şamê û hêzên xwecihî yên li dijî HSDyê derdikevin, dê derfet ji HSDyê re neyê dayîn.
Ev tablo nîşan dide ku ji bo HSD/PKKyê êdî dem li dijî wan dixebite."
Daxuyaniya vekişînê ya Mezlûm Ebdî
Bahçelî li ser daxuyaniya vekişîna HSDyê ya 17ê mehê jî wiha axivî:
"Daxuyaniya serkêşê HSDyê Mezlûm Ebdî ya di 17ê Kanûna Paşîn de ku gotibû 'Li ser banga welatên dost û navbeynkaran; ji bo nîşandana niyeta xwe ya baş di temamkirina pêvajoya entegrasyonê de û ji ber pabendbûna me ya bi cîbicîkirina madeyên peymana 10ê Adarê; me biryara vekişîna bo rojhilatê Feratê girt', her çiqas di çarçoveya caydîriya artêşa Sûriyeyê de be jî ji bo bicihanîna peymana 10ê Adarê qonaxeke girîng e.
Birêvebiriya Şamê, bêyî ku bikeve pevçûneke leşkerî ya rasterast û berfireh; stratejiyeke ku rewşatiya xwe ya siyasî, hevsengiyên herêmî û nerazîbûna hêzên xwecihî bi kar tîne û qada manevrayê ya HSDyê teng dike dişopîne."
"Israra federalîzmê li gel rastiyan nagunce"
Bahçelî diyar kir ku israra HSDyê ya ji bo xweserî û federalîzmê bi rastiya sosyolojîk a qadê re nakok e û got:
"Li piraniya qadên ku kontrol dike nifûsa Ereban serdest e, eşîrên herêmê nêzîkatiya xwe ji birêvebiriya HSDyê re dûr digirin ji ber ku wê wekî avahiyeke îdeolojîk û dûrxer dibînin.
Her wiha nerhetiyên ji ber berpirsyariyên aborî û leşkerî, bingeha civakî ya rêxistinê lawaz dike.
Ev rewş nîşan dide ku domandina statukoya heyî bi zora çekan ji aliyê HSDyê ve di demeke dirêj de ne domdar e.
Li aliyê din, gotina domdar û zelal a Tirkiyeyê ya li ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê û avahiya wê ya unîter, rasterast bandorê li hevkêşeya qadê dike.
Ev nêzîkatiya Enqereyê, hem destê birêvebiriya Şamê xurt dike hem jî caydîriyekê çêdike ku bendewariyên piştgiriya derve ya HSDyê sînordar dike.
Ev helwesta ku hesasiyetên ewlehiyê yên Tirkiyeyê dixe navendê, lêgerînên HSDyê yên ji bo 'sîwana parastinê' jî her ku diçe şikestîtir dike."
“Sê vebijêrk li pêşiya HSDyê ne”
Li gorî Bahçelî sê vebijêrk li pêşiya HSDyê hene:
"Vana ev in; Qebûlkirina entegrasyona bi hikûmeta navendî re û paşvegavavêtina ji îdiayên çekdarî û siyasî; Hewldana domandina statukoya heyî û girtina ber çav a zêdebûna zexta leşkerî û siyasî; Hewldana qezenckirina demê bi pişta xwe spartina aktorên derve."
Serokê MHPyê diyar kir ku şer bi kêrî kesî nayê û got, "Kilîta jinûveavakirin Sûriyeyê, komkirina artêşa Sûriyeyê di bin yek banî de bi awayekî yekbûyî ye.
Ji bo jinûveavakirin artêşa Sûriyeyê divê adetên serdema şer bi dawî bibin.
Divê YPG/HSD û hemû avahiyên di bin wê de bi lez û bi temamî bên fesixkirin û bi awayekî ku vegera wê tune be bi saziyên pêwendîdar ve bên girêdan."
"Biryarnameya Ehmed Şer erênî ye"
Bahçelî piştgirî da biryarnameya Ehmed Şer a derbarê Kurdan de û got:
"Daxuyaniya Şer a li ser ziman û çanda Kurdî û biryarnameya hejmar 13 a ku îmze kir; diyar dike ku welatiyên Kurd ên Sûriyeyê parçeyekî eslî û veneqetiyan ê gelê Sûriyeyê ne, nasnameya wan a çandî û zimanî hêmaneke jêneger a nasnameya neteweyî ya Sûriyeyê ye ku di nav pirrengiyê de yekîtiyê dihewîne.
Ev dê ji bo tesîskirina yekîtî û istiqrarê bibe xwedî bandoreke erênî.
Ev biryarname nîşan daye ku biryardariya ji bo tesîskirina avahiya unîter û bertarafkirina qadên kontrola rêxistinan tê xwestin bi lihevkirina civakî were piştgirîkirin.
Biryarnameya ku ji bo lihevkirina civakî û xurtkirina yekîtiyê gaveke erênî ye, ne tawîzeke ji bo HSDyê ye, berevajî vê yekê bûye geşedanek ku îdiaya bêbingeh a 'HSD nûnertiya Kurdan dike' lawaz dike.
Biryarnameya ku hukmên derbarê Kurdan de dihewîne, dê bandorên wekî xurtkirina têgeha 'Welatîbûna Sûriyeyê', pejirandina wê ji aliyê girseyên berfirehtir û lawazkirina nêrînên ku li ser bingeha etnîkî cudaxwaziyê talep dikin hebe."
Bahçelî diyar kir ku ev biryarname ne li dijî Tirkmenan e û got, "Ev biryarname, ne rewşeke li dijî hêmanên din ên etnîkî yên wekî 'Tirkmenan' e ku li Sûriyeyê dijîn.
Nîşan dide ku dema Destûra nû ya Komara Sûriyeyê tê amadekirin, mafên çandî yên hêmanên eslî yên wekî Tirkmenan nayên paşguhkirin.
Lewra eşkere ye ku nirxandina van mafên ku pêşkêşî Kurdan hatine kirin wekî îmtiyazeke ji bo grûpeke diyarkirî dikare yekîtî û bihevretiya neteweyî bixe xetereyê û divê di vê mijarê de baldar bin.
Di vê çarçoveyê de, kirina heman sererastkirinan ji bo Kurdên ku mafê welatîbûnê bi dest nexistine û bê nasname mane û zimanê Kurdî, ji bo komên din jî li seranserê welêt, dê rê li ber çêbûna atmosfereke çandî û siyasî ya demokratîk û hemêzker li seranserê Sûriyeyê veke."
"Divê dev ji xeyala federalîzma mîna ya Îraqê berdin"
Bahçelî di dawiya daxuyaniya xwe de ev hişyarî dan:
"Li gel vê yekê, divê gavên ji bo bicihanîna peymana 10ê Adarê bi hemû madeyên wê demildest bi cidiyet bên avêtin.
Vekişîna HSDyê ya ji rojavayê Feratê girîng e û hikûmeta Sûriyeyê dikare di demeke kurt de li van herêman istiqrarê bi temamî dabîn bike û jiyanê asayî bike.
Lê divê bi rojavayê Feratê sînordar nemîne, divê dev ji xeyala lipeykettina federasyoneke mîna ya li Îraqê were berdan.
Sûriye divê bi dabeşkirinên çêkirî, cografî an etnîkî yên wekî rojava û rojhilatê Feratê neyê perçekirin.
Hikûmeta Sûriyeyê divê li seranserê Sûriyeyê serwer be, xizmetê bigihîne her derê, çavkaniyên xwezayî kontrol bike û istiqrarê dabîn bike.
Li şûna her modelekê ku dibe li dijî çarçoveya yekparçeyiya axa Sûriyeyê û yekîtiya siyasî be, divê Sûriye li ser bingeha demokratîk a ku tekezî li hevparîtiyan dike, wekî Komareke hemêzker û lihevkirî were avakirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse