Gelo li dijî HSDyê planeke hevpar heye?

1 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Artêşa Ereban a Sûriyeyê ber bi Dêr Hafirê diçe\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Artêşa Ereban a Sûriyeyê ber bi Dêr Hafirê diçe\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Silêmanî Rojavayê Kurdistanê Heval Faris Mewlûd HSD Dêr Hafir Artêşa Ereban a Sûriyeyê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Artêşa Ereban a Sûriyeyê gefên pêkanîna operasyona leşkerî li herêma Dêr Hafirê û rojavayê Çemê Feratê zêde kirine.

Desteya Operasyonên Artêşa Ereban a Sûriyeyê roja sêşemê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xwest ku hêzên xwe vekişîne rojhilatê Feratê.

Her çi qasî heta niha gefên Artêşa Sûriyeyê li ser rojavayê Feratê zêdetir bin jî li Tirkiyê piraniya stratejîstên nêzîkî hikûmetê îdia kir ku ferq di navbera her du aliyên Çemê Feratê de nîne û dê HSD ji rojhilatê Feratê jî bê derxistin.

Artêşa Ereban a Sûriyeyê liv û tevgerên xwe yên leşkerî li herêma rojavayê Çemê Feratê zêde kirine.

Gelo helwesta hikûmeta Şamê û her wiha ya Tirkiyeyê li hember hebûna hêzên HSDyê li rojhilat û rojavayê Çemê Feratê ji hev cuda ye?

Şirovekarekî nêzikî hikûmeta Tirkiyeyê di bersiva vê pirsê de got, “Ti ferq di navbera her du aliyên Çemê Feratê de nîne û dê HSD ji rojavayê Çemê Feratê jî bê derxistin.”

 “Ji bo Tirkiyeyê Sûriye yek e”

Koordînatorê Enstîtuya Ramanê ya Stratejîk (SDE) Alper Tan diyar kir ku Tirkiye Sûriyeyê wekî yek parçe dibîne û got:

"Ti cudahî di navbera rojhilat yan jî rojavayê Çemê Feratê de nîne.

Demeke ku beşek medya, akademîsyen û şirovekar weke têgeheke erdnîgarî herêmê weke rojhilat û rojavayê Çemê Feratê bi nav dikin lê ev helwesteke fermî nîne. Ji bo Tirkiyeyê Sûriye yek e.”

Di nav beşek medya û stratejîstên li Tirkiyeyê de bawerî ew e ku Artêşa Ereban a Sûriyeyê girîngiya xwe zêdetir dide rojavayê Çemê Feratê.

Di vê derbarê de şirovekar Hasan Oktay jî got, “Piştî nemana HSDyê ya li rojavayê Feratê ji bo rojhilatê Feratê dibe li şûna operasyoneke leşkerî rêyên dîplomatîk bêne ceribandin.”

“Dê bernameyek hebe”

Serokê Kafkasamê Prof. Dr. Hasan Oktay îdia kir ku piştî HSD ji rojavayê Feratê hat derxistin dê ji bo rojhilatê Feratê operasyonên leşkerî bên kirin.

Hasan Oktay di berdewamiyê jî de got,“Eger lihevkirinek pêk were dibe ku bêyî şer pirsgirêk bê çareserkirin.

Eger rêkeftinek nebe weke derdora Helebê dê li rojhilatê Feratê jî operasyon bê kirin.”

Desteya Operasyonên Artêşa Ereban a Sûriyeyê roja sêşemê herêmeke berfireh a li başûrrojhilatê Helebê wekî "herêma leşkerî" ragihandibû û ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xwestibû ku ber bi rojhilatê Feratê ve vekişin.

Ev yek di demekê de ye ku karwaneke hêzên Amerîkayê îro gihîşt Dêr Hafirê.

Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn karwanê Amerîkayê pêşwazî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst