Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer bi rêya telefonê axivîn.
Di axaftinêde pêwendiyên dualî yên Tirkiye û Sûriyeyê û bipêşketinên dawî yên li Sûriyeyê hatin nirxandin.
Serokê Ragihandinê yê Serokkomariya Tirkiyeyê Burhanettîn Duran li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê derbarê hevdîtinê de daxuyanî da.
“Tirkiye giringiyê dide yekparçeyiya Sûriyeyê”
Duran diyar kir ku Erdogan ji Ehmed Şer re gotiye, "Tirkiye giringiyê dide yekparçeyiya axê, yekîtî, bihevrejiyan, aramî û ewlehiya Sûriyeyê."
“Piştgiriya me dê berdewam bike”
Li gorî daxuyaniyê, Erdogan bal kişandiye ser mijara "têkoşîna li dijî terorê" û aniye zimên:
"Paqijkirina axa Sûriyeyê ya ji terorê hem ji bo Sûriyeyê û hem jî ji bo tevahiya herêmê pêwîst e.
Piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê di gelek qadan de û di serî de di têkoşîna li dijî terorê de dê zêde bibe û berdewam bike."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse