Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê derbarê pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heye got, “Aştî bi gotinan nabe, gavên berbiçav bavêjin.”
DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî encamnameya civîna Encûmena Partiyê ya ku doh li Enqereyê hatibû kirin, parve kir.
DEM Partiyê bangî hikûmeta Tirkiyeyê kir ku ji bo pêvajoya çareseriyê gavên berbiçav bavêje û got, “Pêwîstiyên aştiyê êdî ne bi gotinan lê divê bi gavên berbiçav û yên ku vegera wan nîne, bên bicihanîn.”
DEM Partiyê di encamnameyê de bal kişand ser rûdanên dawî yên li Tirkiye, herêmê û cîhanê.
DEM Partiyê destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê nikare bi gotinên giştî bê sînordarkirin û wiha hat gotin:
“Em bangî desthilata siyasî dikin, divê sererastkirinên yasayî yên pêwîst bên kirin û astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk bên rakirin.
Ji rejîma înfazê heta azadiya raderbirînê, ji beşdariya siyasî heta demokrasiya herêmî, divê bingehê çareseriyê bêyî derengketinê bê avakirin.”
Şert û mercên Îmraliyê
DEM Partiyê bangewaziya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê bi bîr anî û tekez kir ji bo bersiveke rast ji vê bangê re bê dayîn, divê mercên xebat û ragihandinê yên Ocalan bên başkirin û zemînekî fîzîkî û siyasî ji bo muzakereyeke rast bê amadekirin.
DEM Partiyê diyar kir ku aştî pêwîstî û neçariyeke dîrokî ye ku dê bi îradeya hevbeş a civakê bê avakirin.
Êrişên li ser Helebê
Di encamnameyê de amaje bi êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê û komên çekdar ên li taxên Kurdan ên Helebê jî hat dayîn û wiha hat gotin:
“Êrişên HTŞ û çeteyên selefî-cîhadî yên li Helebê li dijî gelê Kurd, rasterast îradeya jiyana hevbeş dikin armanc.
Helwesta Tirkiyeyê ya ku piştgiriya HTŞyê dike, nayê qebûlkirin.
Li Sûriyeyê hişmendiyeke yekperest û selefî nikare li ser nasnameyên cuda bê ferzkirin.”
Venezuela, Xeze û Îran
DEM Partiyê destwerdana Amerîkayê ya li dijî Venezuelayê şermezar kir û diyar kir ku pirsgirêkên demokratîk ên welatan nabin hinceta destwerdanên derve.
Her wiha hat destnîşankirin ku li Xezeyê jî drameke mirovî ya mezin heye û li Îranê jî daxwazên jin, ciwan û gelan ên ji bo azadiyê bi tundiyê tên tepeserkirin.
Rewşa aborî
DEM Partiyê di beşeke din a daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa aborî û got:
“Hejariya ku kedkar û xanenişîn tê de ne, encama polîtîkayên şer û tercîhên sermayeyê ne. Em vê pergalê red dikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse