Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê axivî.
Devlet Bahçelî got, “Divê Komîsyon biçe Îmraliyê û peyaman ji devê yekem wergire. MHP amade ye biçe Îmraliyê.
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî, piştgirî da wê yekê ku Komîsyona biçe Îmraliyê û nêrînên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan wergire.
Devlet Bahçelî diyar kir, "Tîr ji kevanê derketiye û berê xwe daye armanca pîroz" û got, armanca wan "Tirkiyeya Bêteror e."
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de axivî û bi tundî bersiv da îdiayên "protestoya bêdeng" û "di nav Hevpeymaniya Cumhur de têkçûn çêbûye.”
Bahçelî got, "Di navbera MHP û Hevpeymaniya Cumhur de li ser armanca 'Tirkiyeya Bêteror' ti cudahiya nêrînan yan jî nakokiyeke siyasî qet nîne."
"Divê Komîsyon biçe Îmraliyê"
Bahçelî da zanîn ku Komîsyona li parlamentoyê hatiye avakirin gihiştiye dawiya xebatên xwe û ji bo çûna Îmraliyê lambeya kesk pê xist û got:
"Divê Komîsyon biçe Îmraliyê û peyaman ji devê yekem wergire, ev yek dê pêvajoyê xurttir bike. Nêrîn û ramanên rêbertiya damezrîner a PKKyê yên ji bo vê qonaxa dawî bên wergirtin û nîqaşên bêencam ên ku ev çend roj in li ser mijarê tên kirin, bên bidawîkirin.
Partiya Tevgera Neteweperest amade ye beşdarî heyeteke wiha bibe."
"Tîr ji kevanê derketiye û Îmraliyê soza xwe girtiye"
Bahçelî amaje pê kir ku ew li hemberî hewlên sabotekirina armanca "Tirkiyeya Bêteror" disekinin û got:
"Tîr ji kevanê derketiye û berê xwe daye armanca pîroz. Tirkiyeya Bêteror, Tirkiyeya xwedî hizûr û aştiyeke bextewar e."
Serokê Giştî yê MHPyê anî zimên ku vekişîna PKKyê ji Tirkiyeyê geşedaneke girîng e û got, "Heta niha Îmraliyê soza xwe girtiye û li pişt daxuyaniyên xwe sekinîye. Ji bo ku em bi hêvî bin gelek sedemên me hene."
Serokê Giştî yê MHPyê her wiha li ser paşeroja HSDyê jî axivî û got:
"Em tevlîbûna endamên rêxistinê bi çekên xwe ve ji bo nav HSD/YPGyê û daxwaza avakirina firqeyeke cuda wekî gefeke rasterast li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dinirxînin.
Berdewamkirina hebûna PKKyê di bin sîwaneke din de, li dijî armancên 'Tirkiyeya Bêteror' û 'Herêma Bêteror' e."
"Di navbera me û AK Partiyê de nakokî nîne"
Bahçelî îdiayên ku di navbera wan û AK Partiyê de nakokî hene red kir û got ku ew li ser armanca "Tirkiyeya Bêteror" hemfikir in.
Bahçelî her wiha teqez kir ku îdiayên derbarê wî de komployeke FETOyê ne û got, "Di navbera me û AK Partiyê de ne bûyerek, heqîqeteke ku her du aliyan dorpêç dike heye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse