Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê ragihand ku li Tirkiyeyê 180 partiyên siyasî hene.
Her wiha AK Partî bi 10 milyon û 878 hezar û 733 endaman di rêza yekem de ye û DEM Partî jî bi 15 hezar û 912 endaman di rêza 5emîn de ye.
Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê amarên derbarê hejmara partiyên siyasî û endamên wan de eşkere kirin.
Li gor wan amaran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 180 partiyên siyasî hene ku bi awayekî çalak siyasetê dikin.
AK Partî yekem partiye ku xwedî hejmara herî zêde ya endaman e û hejmara endamên wê yên fermî 10 milyon û 878 hezar û 733 e.
Li pey wê CHP bi Milyonek û 903 hezar û 432 endaman di rêza duyem de cih digire.
Ji partiyên ku di Parlamentoya Tirkiyeyê de koma wan heye, hejmara endamên MHPyê 497 hezar û 428 kes û bi vê yekê sêyem partî ye ku herî zêde endamên wê hene.
ÎYÎ Partî jî bi 392 hezar û 803 kesan di rêza çaremîn de û DEM Partî bi 15 hezar û 912 endaman di rêza pêncemîn de cih digire.
Hejmara endamên Partiya Saadetê jî 246 hezar û 842 kes û yên Partiya Yenîden Refahê 650 hezar û 73 kes in.
Partiya Demokrat 315 hezar û 786, Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) jî 129 hezar û 112 û Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) 111 hezar û 34 e endamên wê hene.
Her wiha hejmara endamên HDPyê ku doza girtina wê ya li Dadgeha Destûrî berdewam e, 13 hezar û 970 kes in.
Partiya Doza Azad HUDA PARê jî bi awayek fermî 15 hezar û 374 endamên wê hene.
Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê hejmara endamên partiyên siyasî her sal di hefteyên yekem ên mehên Kanûna Paşîn û Tîrmehê de li ser malpera xwe ya fermî nû dike û radighîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse