Erdogan bo xwendekarên Bogaziçiyê: Ew ne xwendekar in, lê terorîst in

05-10-2021
RÛDAW
Nîşan Zanîngeha Bogaziçî Recep Tayip Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji ber protestokirina xwendekarên zanîngeha Bogaziçiyê li dijî serokê zanîngehê, got ew ne xwendekar in, terorîst in.

Beşek ji xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê ya li Stenbolê, 5ê Cotmeha 2021ê bi armanca protestokirinê pêşiya otomobîla serokê Zanîngeha Bogaziçiyê Naci Inci girtin û çûn ser otomobîla wî. Ev dîmen li ser medya civakî jî belav bûn û Erdogan derbarê van dîmenan de axivî. Erdogan got “kesên ku ev tişt kirine ne xwendekar in terotîst in.” Ev çend car e Erdogan ji ber çalakiyên xwendekaran wan weke terorîst bi nav dike.

Xwepêşandan û nerazîbûna xwendekarên Zanîngeha Bogaziçi ya Stenbolê ji 4ê Çileya îsal ve destpê kiriye. Ev jî piştî wêya ku bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Melih Bulu wek rektorê nû yê zanîngehê hat destnîşankirin. Xwendekaran daxwaz dikir ku serokê zanîngehê bi rêya hilbijartinê bê diyarkirin.

Demeke dirêj nerazîbûn û xwepêşandanên xwendekaran berdewam kirin. 21ê Tebaxa 2021ê bi biryarekê li cihê Melih Bulu wek serokê zanîngehê Naci Inci hate diyarkirin. Piştî vê jî nerazîbûna xwendekaran berdewam kir û hê jî daxwaza wan rêbaza hilbijartinê bû.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê nerazîbûna xwendevanan de axivî û got: “Ez Tirkiyeke ku xwendekarên wê biçin ser otomobîla serokê zanîngehê û xwe hilpekînin qebûl nakim. Dê serokê zanîngeha te di otomobîlê de be û tê pêşiya wî bigrî û dawiyê jî derkevî ser otomobîlê û xwe hilpekînî. Na be ev xwendekar bin. Ev kesan  terorîstên ku bi dizî ketine nava zanîngehan ne. Ew kesên ku li parkan li ser kursiyan xwe dirêj dikin, ma qey xwendekar in? Çi eleqa wan bi xwendekariyê heye? Evane wek yên Geziyê terorîstên ku  ji derve hatine  bo terorê belav bikin.”

Zanîngeha Bogaziçi ya Stenbolê di 1863an de hatiye damezrandin û li Tirkiyê zanîngeheke herî bi nav û deng e. Nêzîka 17 hezar xwendekar û hezar mamosteyên wê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst