Wezîrê Dadê li ser Selahattîn Demîrtaş daxuyanî da

05-11-2025
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Yilmaz Tunç DMME Biryar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç, cara yekem li ser misogerbûna biryara binpêkirina mafan a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Selahattîn Demîrtaş axivî.

Tunç diyar kir ku eger biryara DMMEyê bigihe Daîreya 22yemîn a Ceza ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Enqereyê yan jî aliyên pêwendîdar serlêdanê bikin, dê dadgeh nirxandinê bike.

Wezîr Tunç beriya Civîna Koma AK Partiyê ji rojnamegeran re axivî û derbarê biryara Daîreya Mezin a DMMEyê ya li ser Demîrtaş de daxuyanî da.

“Biryar ji vî alî ve misoger bû”

Tunç got “Divê em li benda pêvajoya nirxandinê ya dadgehê bimînin” û wiha axivî:

"Biryareke ku li Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Enqereyê hatibû dayîn hebû, derbarê Doza Kobaniyê ku ji sala 2019an ve girtîbûna wî didome...

Pêvajoya îstînafê berdewam dike. Di serlêdana ji bo DMMEyê de ya têkildarî mafên 'ewlehiyê' û şertên girtinê, biryara binpêkirinê hat dayîn.

Daxwaza ku li Daîreya Mezin were dîtin nehat qebûlkirin. Biryar ji vî alî ve misoger bû.

Niha, eger biryar bigihîje Daîreya 22yemîn Ceza ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Enqereyê yan jî aliyên pêwendîdar serlêdanê bikin, dê dadgeh nirxandinê bike.

Divê em li benda pêvajoya nirxandinê ya dadgehê bimînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst