Li peravên Antalyayê bi hêza 5.5 pile erdhejek çêbû

05-12-2020
RÛDAW
Nîşan Antalya Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavdêriya Kandillî ya Zanîngeha Bogaziçi ragihand ku demjimêr 15.44an li peravên Gazipaşa ya Antalyayê erdhejek bi hêza 5.5 pile çêbûye. Li navenda Antalya û bajarên derdorê jî hest bi erdhejê hat kirin.

Piştî erdheja ku bi kurahiya 90 kîlometre di bin erdê de çêbû, Waliyê Antalyayê Ersin Yazici da zanîn ku ti giliyên nerênî bo wan nehatine. Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) jî ragihand ku hêza erdhejê 5.2 pile bûye.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê Muhittin Bocek derbarê erdhejê de li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Ti gilî derbarê wendahiyên can û mal ên erdhejê de negehiştine me ku li peravên Antalyayê çêbûye, hemû tîmên me di amadebaşiyê de ne.”

Li gor daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez, derbarê erdhejê de heta niha ti giliyên nerênî çênebûne. Herwiha hatiye ragihandin ku erdhej nebûye sedema ti zeraran û li Antalya û navçeyên wê jî hest pê hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst