Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partî wekî alîkarî ji budceya xezîneya Tirkiyeyê 11,6 milyon dolaran wergire.
Li gorî Budceya 2026an a ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hat pesendkirin, alîkariya xezîneyê ya ji bo partiyên siyasî diyar bû.
Herî zêde AK Partî alîkariyê werdigire û herî kêm jî DEM Partî.
Li gorî budceya nû, 5 partiyên siyasî yên ku di hilbijartinên dawî de benda hilbijartinê derbas kirine, dê li gorî rêjeya dengên hilbijartinên parlamentoyê yên sala 2023yan alîkariya xezîneyê wergirin.
Heke biryara hilbijartinên pêşwext bê dayîn, tê pêşbînîkirin ku ev alîkarî derkeve 2 qatî.
Rêzbendiya alîkariyê
Li gorî hejmara parlamenteran, AK Partî di rêza yekem de ye û piştî wê jî CHP tê.
Alîkariya Xezîneyê ya 2026an:
- AK Partî: 2,5 milyar lîreyên Tirkiyeyê (58 milyon dolar)
- CHP: 1,5 milyar lîreyên Tirkiyeyê (34,8 milyon dolar)
- MHP: 600 milyon lîreyên Tirkiyeyê (14 milyon dolar)
- ÎYÎ Partî: 550 milyon lîreyên Tirkiyeyê (12,8 milyon dolar)
- DEM Partî: 500 milyon lîreyên Tirkiyeyê (11,6 milyon dolar)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse