Berfîn a 15 salî 10 roj in li Îzmîrê winda ye

06-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berfîn Temîzer a 15 salî, ku li navçeya Karabaglar a Îzmîrê dijî,  10 roj in agahî jê nehatine wergirtin. Dayîka Berfîn, Sevda Temîzer wêneyên keça xwe li dîwar û stûnan daliqandin û ji bo dîtina keça xwe alîkarî xwest.

Sevda Temîzer (36) a li Taxa Vatanê ya navçeya Karabaglarê dijî, êvara 26ê Gulanê bi keça xwe Berfîn Temîzer (15) dem derbas kir û paşê ji ber nexweşiya xwe zû raza.

Sevda Temîzer danê sibê ji xew rabû û pê hesiya ku keça wê Berfîn a xwendekara pola 2yemîn a lîseya vekirî, ne li malê ye. Sêvda Temîzer dît ku keça wê telefon û kelûpelên xwe yên taybet li malê hiştine, lê kilîla malê bi xwe re biriye û derketiye û wê jî fikir kir ku ew çûye cihekî nêzîk.

Lê belê dema keça wê venegeriya, hinek tirs ket dilê wê û serî li polîsan da. Ekîbên polîsan ji bo dîtina Berfîn dest bi xebatê kirin. Lê belê tevî ku 10 roj derbas bûne hêj ji Berfîn Temîzer ti agahî nehatine wergirtin.

Sevda Temîzer niha wêneyên keça xwe li dîwar û stûnan didaliqîne û li wê digere.

Sevda Temîzer dibêje: “Ev 10 roj in agahî ji Berfîn nayên wergirti. Ti pirsgirêk û diltengiyên wê tunebûn. Êvarê dema ez ji kar vedigeriyam me bi hev re wext derbas kir. Paşê ez razam. Serê sibê dema ez ji xew rabûm min keça xwe nedît. Ez pir ditirsim tiştek xirab hatibe serê wê. Ez li her derê li wê geriyam. Lêbelê, min nedît. Ji bo xatirê Xwedê eger kesekê ew dîtibe bila bi me re têkilî daynin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst