Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Wanê yên AK Partî û DEM Partiyê ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên bajêr li parlamentoya Tirkiyeyê li hev civiyan.
Civîn bi însiyatîfa Serokwekîla Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamentera Wanê Pervîn Buldanê li odeya wê ya li parlamentoyê pêk hat.
Di vê civîna ji bo Wanê de, ji DEM Partiyê parlamenter Zulkuf Uçar, Sînan Çîftyurek, Gulderen Varli û Mahmut Dindar û ji AK Partiyê jî parlamenter Burhan Kayaturk û Kayhan Turkmenoglu amade bûn.
"Kanalên diyalogê dê vekirî bin"
Di hevdîtinê de pirsgirêkên xelkê Wanê û pêşniyarên çareseriyê hatin nirxandin.
Parlamenterên DEM Partî û AK Partiyê li ser vekirîhiştina kanalên diyalogê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên bajêr li hev kir.
Her wiha parlamenteran biryar da ku di pêvajoya bê de jî ji bo axaftina li ser pirsgirêk û çareseriyan careke din bên cem hev.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse