Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ragihand ku divê biryara xwefesixkirinê ya PKKyê bêyî ku wext derbas bibe, demildest bê bicihanîn.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler bi helkefta cejnê li gel hejmareke fermandarên bilind ên artêşa Tirkiyeyê li bajarê Kutahyayê Fermandariya Perwerdê ya Hêzên Asmanî ziyaret kir.
Yaşar Guler li wê derê gotarek pêşkêş kir û behsa pêvajoya çareseriyê kir.
Guler bangî PKKyê kir ku bêyî ku wext derbas bibe demildest biryara xwefesixkirinê û çekdanînê bicih bîne.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê got ku ew li gel saziyên xwe yên pêwendîdar bi hestiyarî xebatên xwe yên birêvebirina pêvajoyê didomînin.
Guler wiha axivî, "Bi taybetî dixwazim diyar bikim ku, pêngavên dîrokî yên di serokatiya Serokkomarê me yê birêz de û bi tecrubeya kûr a dewleta me hatine avêtin û serkeftina vê pêvajoya ku em dimeşînin, dê ewlehiya welatê me û biratiya ebedî ya miletê me bihêz bike û dê pêşveçûna ber bi paşeroja me ya hevbeş, bi pêngavên xurt bileztir bike.
Lewra em di her derfetê de tînin ziman ku pêwîst e biryara xwefesixkirinê demildest were cîbicîkirin.
Di vî warî de em ji bo birêvebirina pêvajoyê li gel saziyên xwe yên peywendîdar bi hevahengî, bi hişyarî û aqilane, xebatên xwe bi awayekî hestiyar didomînin."
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di çarçoveya banga 27ê Sibatê ya rêberê xwe yê girtî Abdullah Ocalan a ji bo pêvajoya çareseriyê de, 12ê Gulana 2025an ragihand ku di kongreya xwe ya 12emîn de biryara xwefesixkirin û bidawîanîna şerê çekdarî daye.
PKKyê kongreya xwe di navbera 5-7ê Gulana 2025an de saz kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse