Sezaî Temellî: Kevoka aştiyê bi baskekî nafire

06-07-2025
Ferdî Sak
Nîşan Sezaî Temellî PKK Tirkiye Abdullah Ocalan
A+ A-

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê Sezaî Temellî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, "Kevoka aştiyê bi baskekî nafire" û divê hikûmet li hemberî çekdanîna PKKyê ku tê payîn di rojên pêş de pêk were, gavên berbiçav bavêje.

Temellî destnîşan kir ku ji bo wan endamên PKKyê yên ku çekên xwe datînin divê garantiyeke yasayî hebe û got, "Pirs ew e, dê çi li kesê ku çekê datîne bê? Siyaset dê bersiva vê pirsê bide."

 Temellî da zanîn ku divê komîsyoneke parlamentoyê demildest were avakirin da ku garantiya yasayî ji bo kesên çekan datînin peyda bike. Derbarê navê komîsyonê de Temellî got ku wan navê "Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk" pêşniyar kiriye lê ew amade ne li ser navekî ku aştiyê tîne bîra mirov li hev bikin.

Temellî destnîşan kir ku azadiya girtiyên siyasî, di nav de Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag di rojeva wan a sereke de ye lê hikûmetê gotiye mijar di destê darazê de ye û ti agahiyeke erênî nedaye wan.

Sezaî Temellî tekezî li ser girîngiya rola Herêma Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û got, "Pêvajoya aştiyê dê bandoreke erênî li seranserê cografyayê bike."

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê Sezaî Temellî di hevpeyvîneke taybet de derbarê pêvajoya çareseriyê, pêngava çekdanînê ya PKKyê û gavên ku ji niha û pê ve tên avêtin de ji Rûdawê pirsên Ferdî Sak bersivandin.

Rûdaw: Birêz Serokwekîl, merheba. Berî her tiştî em spas dikin ku we daxwaza me ya hevpeyvînê qebûl kir. Wekîî hûn dizanin, pêvajo êdî derbasî qonaxeke nû dibe. Bi taybetî piştî pêngava çekdanîna PKKyê ku tê pêşbînîkirin van rojan li Herêma Kurdistanê pêk were, dê li Tirkiyeyê û di pêvajoyê de çi pêşhat çêbibin? Hûn li bendê ne ji aliyê hikûmetê ve çi pêngavên şênber bên avêtin?

Sezaî Temellî: Belê, mijara derbasbûna pêvajoyê bo qonaxeke nû gelekî hat axaftin. Bi taybetî di hefteya dawî de gelek şîrove li ser vê mijarê hene. Piştî manîfestoya Birêz Ocalan a di 27ê Sibatê de, piştî wê pêngava dîrokî, bala Tirkiyeyê jî wekî tevahiya cîhanê bi temamî li ser vê mijarê ye. Gelek şîrove li ser vê mijarê hatin kirin, ka dê çi bibe, dê tevger çi bertekê nîşan bide.

Piştre di 12ê Gulanê de, PKKyê kongreya xwe saz kir û biryara xwe da. Piştî wê jî dîsa pêvajoyeke bendewariyê çêbû û vê carê li Tirkiyeyê nîqaşa ‘gelo PKKyê ev biryar da, lê dê çek bên danîn an na?’ pir bi xurtî hat kirin. Niha jî ji daxuyaniya dawî ya PKKyê û daxuyaniyên ji cihên din em fêm dikin ku di demeke pir nêzîk de tiştek wekî merasîmeke çekdanînê dê pêk were, em hê jî nikarin navê wê bi zelalî bibêjin ji ber ku agahiyeke zelal nîne, lê çekdanîneke bi vî rengî dê çêbibe. Helbet ev jî qonaxeke pir girîng e.

Bi rastî hem 27ê Sibatê, hem 12ê Gulanê û hem jî ev geşedana ku di rojên pêş de tê pêşbînîkirin, gavên mezin, bi hêz û bi biryar nîşan didin. Lê nîqaşeke girîng li Tirkiyeyê hebû, hûn dê bînin bîra xwe: `Kevoka aştiyê bi baskekî nafire’.

Baskekî wê gavên pir xurt davêje, dîrokê diguherîne, daxuyaniyên pir girîng dide, lê divê baskê din jî bilive. Bersiva pirsa we bi temamî li vir veşartî ye. Niha li hemberî van hemû gavan, êdî divê di siyaseta Tirkiyeyê de, di hikûmetê de, di dewletê de û di tevahiya siyasetê de tevgerek çêbibe daku ev kevoka aştiyê bi vî baskê duyemîn tevgerê bike û êdî bikaribe bifire.

Em wekî DEM Partiyê bi taybetî li hêviya çend gavan in. Ji xwe pêwîstiya siyaseta demokratîk ew e ku ev gav bên avêtin. Yek ji wan avakirina vê komîsyonê ye. Divê komîsyon were avakirin û dest bi kar bike û bi taybetî misogeriya yasayî, bingehê yasayî û hemû sererastkirinên yasayî yên pêwîst bi destê vê komîsyonê di vê mijarê de bên cîbicîhkirin. Ji ber ku binêrin, bila çek bên danîn.

Belê, baş e bila bên danîn. Lê dê çi li kesê ku çekê datîne bê? Siyaset dê bersiva vê pirsê bide. Yê ku dê pêwîstiyên bersiva vê pirsê pêk bîne jî ev komîsyon e, parlamento ye, hikûmet e, dewlet e. Lewma mesele ne tenê bi çekdanînê çareser dibe. Ew aliyekî kar e, temam. Lê paşê dê çi bibe? Mijara ‘piştre dê çi bibe’ heta îro hatiye paşguhxistin, dereng maye.

Lê ji îro û pê ve em hêvîdar in piştî vê pêngava çekdanînê ev derengî were telafîkirin û pêvajo bileztir bibe. Divê komîsyon ji bo cîbicîkirina erkên yasayî demildest were avakirin û dest bi xebatê bike. Êdî tehemula kesî ji bo van derengiyan nemaye û kes naxwaze li bendê be. Tiştekî din, di qada siyaseta demokratîk de, dikarin sererastkirinên derbarê qada darazê de bên kirin. Hûn dizanin Pakêta 10emîn a Darazê meha borî li Tirkiyeyê derket. Kesek memnûn nekir. Hêvî pêk neanîn. Lê wezaretê got dê pakêtên 11 û 12an di Cotmehê de bên.

Em hêvîdar in bi van pakêtên darazê, hem ji bo kesên ku çek datînin, hem ji bo yên di girtîgehan de ne, hem ji bo yên li sirgûnê ne û hem jî ji bo hemû kesên di vê pêvajoya şer de bi awayekî nerênî bandor bûne ku em behsa nifûseke pir mezin dikin, hemû nerêniyên ku heta îro bi destê darazê hatine afirandin, ji holê rabin. Tirkiye bi wateya rastî hem şer bi dawî bike, hem bigihe derfetên avakirina aştiya xwe, hem jî aştiya xwe ya civakî pêk bîne. Ev hemû bi hev ve girêdayî ne.

Rûdaw: Yek ji mijarên di nav raya giştî de herî zêde tê meraqkirin, rewşa endamên PKKyê yên ku çek datînin e. Li gor we, di warê yasayî de ji bo entegrasyona van kesan a nav civakê divê çi gav bên avêtin?

Sezaî Temellî: Belê, heta niha ti gavek nehatiye avêtin. Pêwîst e bi destê komîsyonê avêtina van gavan were misogerkirin. Heya roja îro sîstemeke hiqûqî, sîstemeke darazê û sîstemeke siyasî heye ku ji encama serdema şer çêbûye. Niha eger şer bi dawî dibe û aştî tê, hingî divê sîstema hiqûqê, sîstema darazê û siyaset li gorî wê xwe biguherînin û veguherînin. Wekî din, bi têgihîştina hiqûqî ya kevin, bi sîstema darazê ya kevin ne mimkûn e em rêya xwe bidomînin.

Ji ber vê yekê divê ev komîsyon bi taybetî li ser van mijaran bi lez kar bike. Ji ber yên ku çek datînin û vê têkoşînê bi dawî dikin, dê niha di nav siyaseta demokratîk de têkoşîna xwe bidomînin. Dê siyasetê bikin. Mafê wan ê siyasetkirinê û azadiyên wan ên siyasî hewcedarî sererastkirin û pêngavên nû yên darazê ne. Bêyî van dê çawa bibe? Helbet divê bersiva van hemû pirsan bê dayîn. Niha li Tirkiyeyê bersiva van pirsan hê jî  nîne. Ji ber ku siyaseta Tirkiyeyê hê jî li ser van mijaran nîqaş nekiriye.

Hêviya me ew e, em bi destê vê komîsyonê van tiştan nîqaş bikin. Bi hezaran kes di girtîgehan de ne, bi sed hezaran kes li sirgûnê ne, mexdûriyetên demên berê hene, mijara pêşeroja hêzên çekdar heye, wate gelek mesele hene û lûksa me ya windakirina demê nîne. Divê komîsyon, hikûmet, rêveberî û parlamento bi berpirsiyariyeke cidî tevbigerin û demildest dest bi xebatên xwe bikin.

Rûdaw: Gelek rayedarên AK Partiyê yên ku em bi wan re axivî ne, behsa zehmetiyên "siyasetkirina di bin sîbera çekan de" û ji ber vê yekê neavêtina gavan ji bo pirsa Kurd kirin. Çekdanîna PKKyê, wekîe partiya herî mezin a ku nûnertiya Kurdan dike, dê çi hêsankariyan ji qada we ya siyasetê re bike?

Sezaî Temellî: Em ji xwe partiyek in ku di qada siyaseta demokratîk de ne û me heta îro têkoşîna xwe daye û hemû têkoşîna me ji bo aştî û demokratîkbûnê bû. Em dê vê têkoşînê bidomînin. Dema çek bên danîn, ne aştî û ne jî demokrasî ji ber xwe ve nayên. Belê, piştî ku çek bên danîn, divê em niha têkoşîneke pir bihêztir di qada siyaseta demokratîk de bidin daku ev bêdengiya çekan bibe sedema aştiyeke mayînde û helbet Tirkiye jî demokratîk bibe.

Di serdemeke şer de, ne tenê zehmetî û sîbera çekan li ser me bû. Ya rast, vê qada şer tevahiya siyasetê bi awayekî cidî sînordar dikir. Çima? Ji ber desthilatê her tim ev mijar derdixist pêş. Ne tenê desthilata îro, hemû desthilatên berê jî heman tişt dikirin. Bi berdewamî anîna vê mijarê bo rojevê, ne tenê li ser navê aştî, demokrasî û mafên mirovan ti başbûnek pêk neanî, lê gelên Tirkiye û civaka Tirkiyeyê her roj bi encamên xerabtir re rû bi rû man.

Îro, derfeteke vê yekê hatiye afirandin. Ji ber vê yekê daxuyaniya birêz Ocalan a di 27ê Sibatê de, li ser navê siyaseta demokratîk û demokrasiyê pêngaveke pir girîng e. Lewma, eger çek bêdeng bibin û aştî bê, aştiyeke mayînde tenê di komareke demokratîk û welatekî demokratîkbûyî de mimkûn e. Divê em pêwîstiyên wê pêk bînin. Ji ber vê yekê niha berpirsiyariyên mezintir û erkên girîngtir dikevin ser milê siyaseta demokratîk. Hêvîdar im em hemû bi hev re vê yekê bi ser bixin.

Rûdaw: Di rojên borî de we û birêz Gulistan Kiliç Koçyîgît, hem ligel Wezîrê Dadê hem jî ligel Serokê Parlementoyê çend hevdîtin pêk anîn. Di van hevdîtinan de çi hat axaftin? Li gor qonaxa ku pêvajo gihiştiyê, peyameke we ya nû heye ku hûn bi rêya me ji raya giştî re ragihînin?

Sezaî Temellî: Belê, hevdîtinên me yên ligel Wezîrê Dadê li ser wan sepandinên heyî bûn. Ji ber wan pirsgirêkên gelekî cidî hene. Li ser navê girtiyên nexweş pirsgirêkên cidî hene. Şewitandina înfazê. Pirsgirêkên pir cidî hene ku ji aliyê lijneyên çavdêriyê yên girtîgehan ve hatine çêkirin. Dema em li van hemûyan dinêrin, avêtina gavên ku encamên neyînî yên van ji holê rakin, bi temamî mimkûn e. Ji bo van pêwîstî bi yasayê jî nîne. Wezareta Dadê di çarçoveya yasayên heyî de jî dikare gavan bavêje. Em bi taybetî li ser vê mijarê axivîn.

Helbet hevdîtinên me yên berê derbarê pakêtên darazê de bûn. Em hêviyên xwe yên derbarê wan de jî bi her awayî tînin ziman. Ji aliyê din ve, di hevdîtina me ya ligel birêz Serokê Parlamentoyê, hevdîtinên me derbarê avakirina vê komîsyonê de jî çêbûn û me pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. Ew jî bi awayekî erênî li avakirina demildest a vê komîsyonê dinêre. Me li ser wê yekê li hev kir ku hewldanek hebe berî parlamento bikeve betlaneyê, ev bi lez bikeve meriyetê û dest bi xebatan bike.

Rûdaw: Wekî tê zanîn, rewşa Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, mijara "girtiyên siyasî" û di serî de Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, di nav xalên girîng ên rojeva pêvajoyê de ne. Di hevdîtinên we yên ligel rayedarên AK Partiyê de ev mijar hatin axaftin, an jî lihevkirinek çêbû?

Sezaî Temellî: Belê, yek ji mijarên girîng girtiyên nexweş, a din şewitandina înfazê û ya din jî dozên kumpasê ne. Ji ber hûn dizanin, ji ber doza kumpasê ya Kobaniyê hem Fîgen Yuksekdag, hem Selahattîn Demîrtaş û hem jî gelek hevalên me di girtîgehê de ne. Me ev mijar bi berdewamî anî rojevê. Piştî demeke kurt ku me ev anî rojevê, dadgehê hinceta biryara xwe ya derbarê hukmên wan de eşkere kir. Biryar ji 32 hezar rûpelan pêk tê.

Rekorek hat tomarkirin. Lê me zû lê nêrî û me dît ku ti delîlek jî tê de nîne. Heta min jê re got biryareke 'pir bi hincet'. Êdî ti hukmê vê dozê nemaye. Doz ji xwe berê ketibû, lê niha dikarim bibêjim ev hat piştrastkirin. Me daxwaza berdana demildest a hevalên xwe anî ziman, lê em vê yekê ji xwe her tim tînin ziman. Ji ber bêhiqûqiyeke pir cidî li holê heye û hevalên me bi wateya rastî ya peyvê dîl in. Helbet ev mijar di rojeva me de ye, yek ji rojevên me ye ku nayê guhertin.

Rûdaw: Wekî pêngaveke pêvajoyê, gelo mimkun e Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag di pêşerojê de bên berdan? Di hevdîtinên we yên ligel rayedarên hikûmetê de, helwesta wan li ser vê mijarê çawa bû, we sînyaleke erênî an nêzîkatiyeke erênî dît?

Sezaî Temellî: Helbet ev xwesteka me ye ku ew demildest bigihin azadiya xwe û hemû mafên xwe ji nû ve bi dest bixin, lê ti agahî yan daxuyaniyek ji aliyê wan ve ji me re nehatiye ragihandin. Ew dibêjin ku mijar di destê darazê de ye. Ji ber vê yekê ti daxuyanî an agahiyek nîne.

Rûdaw: Li Parlamentoyê avakirina komîsyonekê di rojevê de ye. Ev komîsyon niha di kîjan qonaxê de ye, we wekî partî pêşniyarên xwe pêşkêş kirin? Erkê komîsyonê dê çi be û tê pêşbînîkirin kengî bê avakirin?

Sezaî Temellî: Me pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. Piştî pêşniyarên partiyên din jî bigihin serokê parlamentoyê û temam bibin, serokê parlamentoyê dê di çarçoveya pêşniyarên giştî de modeleke komîsyonê bi lihevkirina herî bilind a mimkun derxe holê. Dê bang li partiyan bike. Partî dê endamên pêwîst diyar bikin û komîsyon dê civîna xwe ya yekem li dar bixe û rêbaza xebatê û naveroka xebatê diyar bike.

Di vê qonaxê de pêşniyar ji wan re hatine şandin. Pêşniyarên me helbet ew in ku komîsyon demildest were avakirin û di dema betlaneya havînê de bixebite. Me got ku avakirina wê ya yasayî ji bo me girîng e. Hejmareke derdora 35 kesî hejmareke optimal e. Me got dikare xebata xwe bi awayekî berhemdar û bi bandor bike. Divê bi rêya jêrkomîsyonan bi taybetî di warên sererastkirinên yasayî, Yasaya Ceza ya Tirk, yasaya înfazê, mafên mirovan û mijarên cudakariyê de bi lez jêrkomîsyonan ava bike û bixebite.

Me sernavên wekî misogerkirina yasayî ya piştî çekdanînê, nirxandina rewşa yasayî ya kesên çekê datînin, yên di girtîgehan de ne û helbet hemû mexdûrên din, tevî yên li sirgûnê, pêşkêşî wan kirin. Em bawer dikin ku çareseriya demokratîk a pirsa Kurd hem bi vê komîsyonê, hem jî bi xebatên di qadên din de mimkûn e.

Ji ber em bawer dikin, ev mesele dê bi hewldaneke ku tevahiya civakê tê de beşdar be pêk were, me tekezî li ser girîngiya peywendiya komîsyonê bi civakê re, wergirtina nerîn, pêşniyar û agahiyan ji beşên cuda yên civakê kir. Xebateke komîsyonê ya vekirî ji civakê re. Helbet yasa nîşanî me didin ku ev xebat dê çawa bin, lê bi taybetî me got divê guhê xwe li ber civakê negire, divê di nav peywendiyê de be û guhdar bike.

Rûdaw: Li ser navê komîsyona ku dê li Parlamentoyê were avakirin jî nîqaş hene. Hikûmet vê pêvajoyê wekî "Tirkiyeya Bê Teror" bi nav dike. Ev binavkirin hem di raya giştî de hem jî di nav aliyên cuda de tê rexnekirin. DEM Partî wekî partî ji bo vê komîsyonê çi nav pêşniyar kir? Yan jî we bi rayedarên AK Partiyê re li ser navekî hevbeş li hev kir?

Sezaî Temellî: Em helbet dixwazin navê wê ‘Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk’ be, lê ne ku em pêdagiyê li ser dikin her ev be. Em bawer dikin, dê li ser navekî ku aştî û civaka demokratîk, aştî û demokrasî, aştî û komara demokratîk tîne bîra mirov, tekezî li ser aştiya civakî dike û girîngiya vê komîsyonê nîşan dide, lihevkirinek çêbibe.

Me got bi têgihiştina siyasî ya kevin, bi têgihiştina hiqûqî ya kevin, bi kodên siyasî yên kevin û bi têgehên wekî ‘Tirkiyeya Bê Teror’ xebata komîsyonekê ne mimkun e. Ez nafikirim ku dê li ser vê yekê pêdagirî hebe. Armanc bi rastî ew e, gavên li ser navê aştî û demokrasiyê li Tirkiyeyê bên avêtin. Ez nafikirim ku dê li ser navê wê nîqaş an aloziyeke mezin çêbibe. Navekî guncaw dê teqez di civîna yekem a komîsyonê de an jî di banga wê de derkeve holê.

Rûdaw: Mijareke din jî destûra bingehîn e. Gelo pêvajo û xebatên destûra nû bi hev ve girêdayî ne û dê paralel bimeşin? Dê destûra nû bibe beşek ji pêvajoya çareseriyê? Di destûra nû de dê ji bo mafên Kurdan çi gavên şênber hebin?

Sezaî Temellî: Hê jî xebatekê ji bo destûrê destpê nekiriye. Ez dizanim partiya desthilatdar di nav xwe de xebatekê dike. Wan komîsyonek ava kiriye. Di nav xwe de nîqaşekê dimeşînin, lê niha li parlamentoyê ti xebateke komîsyona destûrê nîne. Lê her tim tê gotin. Tê gotin ku pêwîstî bi destûrekê heye. Belê, pêwîstî bi destûrekê heye. Heta wekî ku ew bi xwe dibêjin, pêwîstî bi destûreke sivîl heye. Pêwîstiya me bi sivîlkirina her tiştî heye.

Pêwîst e em ji vê hişmendiya mîlîtarîst, ji vê hişmendiya otorîter xilas bibin. Lê xebata vê yekê dê di rêyeke cuda de bimeşe. Komîsyona çareseriya demokratîk a pirsa Kurd û komîsyona destûrê dê ne xebatên di nav hev de bin, dê di rêyên cuda de bimeşin. Û dema ku dimeşin, helbet xwesteka me ya herî mezin ew e, hev bi awayekî erênî xwedî bikin û piştgiriyê bidin hev. Eger rojekê ew xebata destûrê dest pê bike, divê destpêkê li ser stratejiya wê were axaftin.

Gelo dê bibe xebateke ku aştiya civakî, lihevkirina  berfireh û peymaneke nû bike armanca xwe? An dê dîsa wekî berê bi tedbîrên pansumanê yên biçûk tevbigere? Stratejiya vê yekê ji nivîsandina destûrê pir girîngtir e. Hûn dizanin, destûr nayê nivîsandin; destûr tê çêkirin. Ji esmanan jî nayê xwarê. Tiştek e ku dê bi beşdariya hemû civakê bê afirandin. Hêvîdar im pêvajoya çêkirina destûrê bi têgihiştineke demokratîk dest pê bike. Lê ji bo vê hê jî pir zû ye.

Rûdaw: Wiha dixuye pêvajo di atmosfereke erênî de bi pêş ve diçe. Gelo ev hewaya erênî bandorê li diyaloga we ya li parlamentoyê jî dike? Mînak, di rojên borî de, ez bawer im li ser Doza Kobaniyê, di navbera we û Serokê Komîsyona Dadê yê AK Partiyê de nîqaşeke tûnd çêbû. Hûn dixwazin piştî destpêkirina pêvajoyê derbarê rewşa giştî ya diyaloga li parlamentoyê de çi bibêjin?

Sezaî Temellî: Ew nîqaş di çarçoveya xwe ya taybet de bû, ji ber Serokê Komîsyona Dadê di warê dadê de pispor e, hiqûqnasekî destûrê ye, profesorek e, lê mixabin temaşeyî wê hinceta biryarê ya derbarê hukmên doza Kobaniyê de nekiribû. Bêyî ku binêre axivî. Ji ber vê yekê kêmasiyeke cidî ya agahiyê û li gor wê têgihiştinek hebû. Lewra me bersiva pêwîst da wî. Divê em bidin ji bo ku raya giştî agahdar bikin.

Ew mijareke cuda ye, lê dema em bi awayekî giştî lê dinêrin, piştî ku di 1ê Cotmehê de Devlet Bahçelî ji kursiyên MHPê hat û destê xwe da me, dikarim bibêjim keşûhewaya giştî ya parlamentoyê her diçe zêdetir ber bi zemîneke diyalogê ve diçe, hem bi partiya desthilatdar, hem bi şirîka desthilatê, hem jî bi partiyên opozîsyonê re. Helbet dem bi dem alozî dîsa çêdibin. Ew bi hinek  pêwîstiyên siyaseta rojane ve girêdayî ne.

Lê ev rastiyek e ku di mijara çareseriya demokratîk a pirsa Kurd de, eger em helwêstên tund ên yek du partiyan deynin aliyekî, bi giştî fikra ku `belê divê ev mesele êdî were çareserkirin, ev pêngava hatiye avêtin pir girîng û bi qîmet e, lewma li cihê ku PKK çek datîne, divê siyaset jî êdî pêwîstiya wê pêk bîne' her diçe serdesttir dibe. Lê em di nav hewldana derbaskirina astengiyên di avêtina vê pêngavê de ne. Hêvîdar im komîsyon dê vê yekê derbas bike.

Rûdaw: Tê pêşbînîkirin hefteya bê şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ligel Serokkomarê Tirkiyeyê hevdîtinekê pêk bîne. Wekî DEM Partî dê daxwazên we yên bingehîn ji birêz Erdogan çi bin û dê encamên erênî yên vê civînê hebin?

Sezaî Temellî: Hêvîdar im, lê şandeya me ya Îmraliyê ya DEM Partiyê derbarê van xebatan, berî û piştî wê û qonaxên agahdarkirina raya giştî de daxuyaniyan dide. Ji ber vê yekê ez vê beşê ji wan re dihêlim. Wate, ew dê di 9ê  mehê de hevdîtinekê pêk bînin. Hem berî û hem jî piştî hevdîtinê şandeya me dê ji xwe daxuyaniyan bide. Ew dê derbarê daxwazan, tiştên ku li wir hatine axaftin û piştî wê de daxuyaniyên guncaw bidin. Piştî wê jî dê çûna şandeya me ya Îmraliyê çêbibe. Hêvîdar im hemû hevdîtin erênî derbas bibin. Belê, heta niha ji ti derê daxuyaniyeke nerênî nehatiye. Hêvîdar im wisa jî berdewam bike.

Rûdaw: Hûn rola Herêma Kurdistanê û bi taybetî ya Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pêvajoyê de çawa dinirxînin?

Sezaî Temellî: Birêz Ocalan di daxuyaniya xwe de ji xwe tekezî li ser wê kiribû ku yekîtiya neteweyî, hevgirtina di navbera Kurdan de, biratî û tevgera wan a hevbeş çiqas girîng e. Ez jî mirovek im ku her tim baweriya xwe bi vê yekê tînim. Lewra hemû geşedanên di nav vê cografyaya mezin a çar parçeyan de bi hev ve girêdayî ne. Li her cihekî tiştekî baş hebe, bandoreke erênî li hemû parçeyên din dike. Lewra ev pêvajoya aştiyê jî dê bandoreke erênî li seranserê cografyayê bike.

Keda her kesî sax be. Ez bawer dikim ku dê her kes beşdariya herî xurt pêşkêşî vê pêvajoyê bike. Hem birêz Barzanî wisa, hem jî serokên din wiha. Ev têkoşîna me ya giştî ya azadî, aştî û demokrasiyê ye. Em dê bi vê hevgirtinê û bi vê têgihîştinê li ser rêya xwe berdewam bin. Ev jî helbet xwedî girîngiyeke mezin e. Çavdêriyên me bi rastî di vî alî de ne, geşedanên girîng hene. Hêvîdar im wiha berdewam bike.

Rûdaw: Wekî dawî, wekî tê zanîn daxwazeke Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan heye ku ligel Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî hevdîtinekê pêk bîne. Gelo di vî warî de gaveke şênber hatiye avêtin û hikûmet çawa nêzîkî vê daxwazê dibe?

Sezaî Temellî: Hêvîdar im bibe, lê ti agahiyek di vî warî de negihiştiye me. Wate derbarê geşedanên li ser vê mijarê de ti agahî negihiştiye me. Ne di nav agahiyên me de ye, lê hêvîdar im bibe. Hêvîdar im ev hevdîtin bibin. Hêvîdar im hikûmeta îro û dewlet jî êdî bi hişyariya wê yekê tevbigerin ku ev peywendî ji bo gavên dê derbarê rastiya Kurd û pêşerojê de bên avêtin çiqas girîng in. Hêvîdar im ev hevdîtin jî pêk werin.

Rûdaw: Em gelek spas dikin ku we di vê rojeva xwe ya giran de wext ji me re veqetand.

Sezaî Temellî: Silavên min ji bo her kesî. Ez hezkirin û rêzên xwe ji bo hemû wan kesan dişînim ku dê li me temaşe bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst