Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin ragihand ku li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di tîrmeha îsal de 31 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.
Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) 5ê Tebaxê amarên kuştina jinan ên tîrmehê eşkere kirin.
Li gorî Platformê, di tîrmehê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31 jin hatine kuştin.
Her wiha mirina 30 jinan jî bi guman e û ji sedî 74ê wan li malê, di nav malbatê de ji aliyê hevjîn, bav, bira an jî xizmên xwe ve hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse