Yilmaz Tunç: Ji ber îmzeyên sexte li 199 kesan doz hatiye vekirin

06-08-2025
RÛDAW
Nîşan Yilmaz Tunç Îmzeyên Sexte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqerê de ku bi îdiaya îmzeyên elektronîk ên sexte hatiye destpêkirin derbarê 199 kesan de doz hatiye vekirin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li ser hesabê xwe yê Xê girêdayî lêpirsîna îmzeyên elektronîk ên sexte daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Tunç, Serdozgeriya Komarê ya Enqerê 13ê Tebaxa 2024an lêpirsîneke daye destpêkirin û di vê lêpirsînê de raporên lêkolîna kelûpelên elektronîk û delîl hatine komkirin.

Tunç diyar kir ku di çarçoveya lêpirsînê de eşkere bûye ku bi îmzeyên elektronîk ên sexte hatine çêkirin û bi van îmzeyan sîstemên giştî hatine bikaranîn.

Li gorî Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê, heta niha derbarê 220 kesan de kar û barên yasayî hatine kirin, derbarê 199 kesan de jî doz hatiye vekirin û 37 kes bi biryara dadgehê hatine girtin û bo 150 kesan jî biryara kontrola edlî hatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst