Hewlêr (Rûdaw) - Firotina tîşortên bi wêneya "Torosa Spî" ku di salên 1990î de li Bakurê Kurdistanê bûbû sembola kuştinên kiryar nediyar û windakirina mirovan, li ser platformên firotinê yên online rastî bertekên tund hat.
Piştî nerazîbûnên li ser medyaya civakî, platformên wekî Trendyol û Hepsiburada tîşort ji firotinê hatin rakirin.
Li ser tîşortên ku ji aliyê firoşkarekî bi navê "Otuken Online" ve bi sernavê "Taybet ji bo hezkiriyên Torosê" hatibûn firotin, li gel wêneya "Torosa Spî" û "nîşana gurê bozkurt", nivîsa "17 hezar kes çawa di Toroseke spî de bi cih dibin?" cih digirt.
Baroya Wanê gilî kir
Baroya Wanê ragihand ku wan derbarê platforma Trendyolê û kompanyaya pêwendîdar de gilî kiriye.
Baroyê diyar kir ku ew berhem sûcên wekî "pesindayîna sûc û sûcdaran", "nefret û cudakarî" û "gel ber bi kîn û dijminatiyê ve han dan" pêk tîne.
Di daxuyaniya baroyê de hat gotin, "Divê çanda bêcezahiştinê ya li hemberî hewldanên bi vî rengî ku wijdana civakê birîndar dike û mexdûran ji nû ve trawmatîze dike bi dawî bibe."
Dayikên Şemiyê: Sembola sûcê li dijî mirovahiyê nayê firotin
Dayikên Şemiyê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşa da û got:
"Torosa Spî, sembola hezkiriyên me yên ku di binçavan de hatin windakirin, kuştinên kiryar nediyar û tundiya dewletê ye.
Sembola sûcekî li dijî mirovahiyê hatiye kirin, nabe bibe mijara bazirganiyê û neyê firotin."
ÎHD: Divê lêborîn bê xwestin
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî daxwaz kir ku ew berhem ji firotinê bên rakirin û her du kompanya lêborînê bixwazin.
ÎHDyê di daxuyaniya xwe de got,"Torosa Spî sembola windakirina di binçavan de, kuştinên kiryar nediyar, tundiya dewletê û bêcezahiştinê ye; nabe bibe mijara moda yan jî henekê."
Orhan Mîroglu: Lehengkirina kujerên kolektîf sûc e
Siyasetmedarê AK Partiyê Orhan Mîroglu jî bertek nîşanî firotina tîşortan da û li ser Xê got, "Lehengkirina kujerên kolektîf ên salên 90î bi hinek sembolan û avakirina eniyekê li dijî hewldanên çareseriyê sûc e.
Teşwîqkirina gel ji bo kîn û hêrsê û serhildanê ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse