Polîsê ku li dijî pêvajoyê derket ji kar hat avêtin

06-12-2025
RÛDAW
Civîna Komîsyonê û polîsê ku ji har hatiyê derxistin / Wêne: Rûdaw Grafîk
Civîna Komîsyonê û polîsê ku ji har hatiyê derxistin / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Polîs Pêvajoya Çareseriyê Eskîşehîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Eskîşehîrê yê Tirkiyeyê, polîsekî trafîkê piştî ku li kolaneke qerebalix bi dengekî bilind li dijî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û pêvajoya çareseriyê derket, ji kar hat dûrxistin.

Polîsê navborî li yek ji kolanên herî qerebalix ên bajêr bi dengekî bilind dirûşm berz kirin û got:

"Dibêjin Apo dê derkeve, Başûrê Rojhilatê Anedoliyê (Bakurê Kurdistanê) dê bibe Kurdistan. Ev xeyal in.

Hûn dê di bin van de bimînin. Baweriya xwe bi siyasiyan neyînin."

Lêpirsîn hat destpêkirin

Piştî belavbûna dîmenên polîs li ser medyaya civakî, Birêvebirya Ewlehiyê ya Eskîşehîrê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew polîs ji kar hatiye dûrxistin û derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Hişyariya li dijî hewlên têkder

Ev bûyer di demekê de qewimî ku berpirsên hikûmeta AK Partiyê tekezî li ser serxistina pêvajoya çareseriyê dikin û li hemberî hewlên têkder hişyariyê didin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li ser mijarê axivî û got:

" Komîsyona Parlamentoyê dê ji encama civîn û guhdarîkirinan raporekê amade bike.

Bi saya Xwedê em dê di çarçoveya vê raporê de hewl bidin pêngavên xwe biavêjin û Tirkiyeya bêteror hem li navxwe û hem jî li derve bikin mayînde.

Her wiha em dê li dijî wan kesan jî bisekinin ku hewla têkdana vê pêvajoyê didin."

Piştgiriya mixalefetê

Beşek ji mixalefetê jî helwesta erênî ya berpirsên AK Partî û MHPyê di berjewendiya pêvajoyê de dibînin.

Alîkarê Serokê Partiya Devayê Mehmet Emîn Ekmen got:

"Daxuyaniyên Birêz Devlet Bahçelî û Birêz Serokkomar ên derbarê vê pêvajoyê, xebatên komîsyonê, serdana Îmraliyê û gihiştina qonaxa nivîsandina raporê, ev hemû ew hêman in ku bawerî û ewlehiya welatiyan a li hemberî pêvajoyê xurt dikin."

Rapor dê bên pêşkêşkirin

Tê çaverêkirin ku partiyên siyasî yên di nav Komîsyona Parlamentoyê de heta roja sêşemê rapor û pêşniyarên xwe pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bikin.

Komîsyon jî dê di navbera 15 roj heta mehekê de raporeke dawî amade bike û pêşkêşî Desteya Giştî ya Parlamentoyê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst