Li 24 parêzgehan operasyon: 568 kes hatin desteserkirin

07-05-2025
Nîşan Tirkiye Operasyon Sîber Alî Yerlîkaya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di encama operasyonên li 24 parêzgehan ên di çarçoveya têkoşîna li dijî sûcên sîber de 568 gumanbar hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya derbarê operasyonan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.

Alî Yerlîkaya diyar kir ku di operasyonên li dijî sûcên sîber de gelek materyalên dîjîtal û tifingên bêruxset hatine bidestxistin.

Yerlîkaya da zanîn ku operasyon di heyama 10 rojan de hatine kirin û got:

“Di operasyonên me yên li 24 parêzgehan ên li dijî bahîsa neqanûnî, xapandin, mistehcenî û destdirêjiya li hemberî zarokan, spîkirina pereyan de 568 gumanbar hatin desteserkirin.”

Li gorî daxuyaniyê aliyên berpirs dest danî ser 21 otomobîl, 8 motorsîklet, 28 erd/zevî, 9 xanî/dikan û 11 baxçeyan ku bihayê wan digihêje milyar û 111 mîlyon û 599 lîreyên Tirkî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst