Li Îzmîrê 8 kargeh û 3 wesayît şewitîn

07-09-2025
Nîşan Îzmîr Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kemalpaşayê ya Îzmîrê agir bi sîteya pîşesaziyê ket û 8 kargeh û 3 wesayît şewitîn.

Li sîteya pîşesaziyê ya li Taxa Bagyurdu Kemal Ataturkê ji ber sedemeke ku hîn nehatiye tesbîtkirin, agir bi kargehekê ket ku tê de rûnê kîmyewî tê firotin.

Pêtên êgir di demeke kin de gur bûn û pekiyan dikanên li kêlekê jî.

Li ser agahdariyê tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û cendirme çûn cihê şewatê.

Tîman agir temirand lê 8 kargeh û 3 wesayît şewitîn û êdî nema tên bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst