Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand ku pêvajoya nû ji bo avakirina "Tirkiyeyeke Bêteror" û "Herêmeke Bêteror" gaveke stratejîk e.
Çelîk got, "Em bi çavê biratiyê li hemû pêkhateyan dinêrin û li Tirkiyeyê welatiyê çîna duyem nîne."
Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, li bajarê Kocaeliyê beşdarî civînekê bû û derbarê pêvajoya çareseriyê de axivî.
“Pêvajoya ‘Tirkiyeya Bêteror’ bersiva planên emperyalîst e”
Omer Çelîk anî ziman ku Tifaqa Cumhur ji bo ku “teror” bi temamî ji rojeva Tirkiyeyê derkeve xwedî îradeyeke xurt e û destnîşan kir ku ev pêvajo dê bibe îlham ji bo tevahiya herêmê.
Çelîk got, "Pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' dê bibe referansa pêvajoya 'Herêma Bêteror' jî."
Berdevkê AK Partiyê da zanîn ku kesên li dijî vê pêvajoyê derdikevin, di xizmeta planên emperyalîst de ne ku dixwazin herêmê li ser bingeha etnîkî û mezhebî perçe bikin û wiha pê de çû:
"Em dibînin ku kesên hewl didin Tirk, Kurd, Ereb, Elewî, Sunî, Şîe, Durzî û Êzidiyan bi hev bidin şerkirin, bi çavê mêtingeriyê li van herêman dinêrin lê em bi çavê biratiyê li hemûyan dinêrin."
"Navên me cuda bin jî, paşnavê me yek e"
Alikarê Serokê AK Partiyê amaje bi yekîtiya Tirkiyeyê kir û eşkere kir ku ev pêvajo di çarçoveya prensîbên "yek dewlet, yek milet, yek al, yek welat" de dimeşe û wiha berdewam kir:
"Tişta ku em li Tirkiyeyê tim dibêjin ev e; dibe ku navên me hemûyan cuda bin lê paşnavê me hemûyan Komara Tirkiyeyê ye.
Li Tirkiyeyê welatiyê çîna duyem nîne. Li Tirkiyeyê her kes mazûvan e, welatiyê çîna yekem e."
Rexneyên tund li Serokê CHPyê
Omer Çelîk rexneyên gelekî tund li Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel girt û got ku divê Ozel ne bi hikûmetê, bi pirsgirêkên navxweyî yên partiya xwe re mijûl bibe.
Çelîk got, "Li cem Birêz Ozgur Ozel pirsgirêkeke gelekî cidî ya navîgasyona siyasî heye. Gotinên ku divê ji CHPyê re bêje, ji AK Partiyê re dibêje.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse