Parlamenterê berê yê AK Partiyê hat desteserkirin

07-10-2025
RÛDAW
Nîşan Huseyîn Kocabiyik AK Partî Desteserkirin Rexne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Huseyîn Kocabiyikê ku di hevpeyvînekê de rexne li partiya xwe ya berê girtibûn, hat desteserkirin.

Parlamenterê berê yê AK Partiyê Huseyîn Kocabiyik îro bi xwe li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ew hatiye desteserkirin.

Huseyîn Kocabiyik meha Adarê piştî ku rexne li lêpirsîna Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu girtibûn, ji AK Partiyê hatibû dûrxistin.

Kocabiyik di hevpeyvîneke xwe ya ku 6ê Çiriya Pêşîn hatibû weşandin de rexneyên tund li partiya xwe ya berê girtibûn û gotibû:

“AK Partiyî ji bo berjewendiyên ku werdigirin li hemberî xeletiyan bêdeng dimînin.”

Huseyîn Kocabiyik her wiha gotibû:

“AK Partî tiştan dide her kesî. Dane min jî. Hevjîna min kirin parêzgar.

Wê demê 2 hevalên wezîr telefona min kir û bi henekan got, te dît, me çawa te ji lingên te ve girêda.

Piştî ku min îtiraz li hinek tiştan kir, wan ew ji kar dûr xist.

Sîstem wiha ye. Ji ber wê bêdeng dimînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst