Parlamenterê berê yê AK Partiyê hat girtin

07-10-2025
Nîşan Huseyîn Kocabiyik AK Partî Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Îzmîrê Huseyîn Kocabiyik bi tohmeta "heqareta li serokomar" hat girtin.

Kocabiyik doh ji rojnameya Cumhuriyetê re axivîbû û li ser Serokkomarê Tirkiyeyê daxuyaniyên tund û balkêş dabûn.

Kocabiyik diyar kiribû ku di nav AK Partiyê de sîstemeke heye ku "ji her kesî re tiştek tê belavkirin" û gotibû, "Dane min jî, hevjîna min kiribûn parêzgar.

Wê demê du hevalên wezîr bi henekî ji min re gotin, 'Me çawa lingê te girêda (te bêdeng kir).'Ji ber ku min îtirazî hin tiştan kir, ew wezîfe bi paş ve standin. Sîstem ev e."

Kocabiyik AK Partî û Recep Tayyîp Erdogan jî rexne kiribû û gotibû, "Di navbera Tayyîp Begê serokê şaredariyê û Tayyîp Begê serokomar de ciyawaziyeke mezin heye.

Tayyîp Begê wê demê zilamekî hêja bû. Dilovan, bavê feqîr û hejaran û dostane bû. Niha kesekî bi tevahî cuda li hemberî me ye û ez wî nas nakim."

Gotinên Kocabiyik ên derbarê dûrxistina wî ji AK Partiyê jî bal kişandibûn û gotibû, "Ez bi hinceta herî komîk a siyaseta Tirkiyeyê, ji ber 'kiryarên li dijî demokrasî û hiqûqê' hatim dûrxistin.

Eger pîvan ev bin, divê li AK Partiyê ji bilî min, Erdogan jî di nav de, her kes bê dûrxistin."

Kocabiyik piştgirî dabû Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu û gotibû ku hilbijartineke ku bêyî azadiya Îmamoglu bê kirin, dê ne rewa be.

Siyasetmedar Kocabiyik rewşa Îmamoglu şibandibû rewşa Erdogan a berê û gotibû, "Erdogan jî piştî ku ket girtîgehê bû serokwezîr. Heman fîlm li vir dubare dibe."

Huseyîn Kocabiyik di parvekirina xwe ya dawî ya li ser medyaya civakî de jî behsa çar nameyên ku di navbera salên 2019-2022an de ji Erdogan re şandibûn kiribû û gotibû, "Pêşniyarên min ên derbarê hiqûq û demokrasiyê de îro giringtir in.

Hê jî ji bo hikûmet û serokomar rêya derketinê heye. Bi vê serhişkiyê ti rê xuya nake. Ji bo qenciya xwe, wan çar nameyan di ronahiya îro de ji nû ve bixwînin. Ev şîreteke dostane ye."

Siyasetmedar Kocabiyik serê sibehê saet 10:30an li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ew hatiye desteserkirin û beriya bi demekê biryara girtina wî hat dayîn.

"Ev ji bo min nîşana rûmetê ye"

Huseyîn Kocabiyik piştî biryara girtinê ji Ajansa Nûçeyan a ANKAyê re axivî û got:

"Bila kes hewl nede bi girtîgehê min bê deng bike. Li vî welatî dadger û dozger hene ku destûrê nas nakin.

Em dê ji bo welat û gelê xwe, ji bo dewleteke hiqûqî, destûrî û demokratîk ji berê zêdetir têbikoşin.

Jixwe eger ez nehatibama girtin, wê xerabtir bûya. Ev ji bo min nîşana rûmetê ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst