Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Denîzliyê yê Tirkiyeyê 5 kesên ji heman malbatê ji ber lêdana birûskê birîndar bûn.
Bûyerê îro li navçeya Çameliyê rû da.
Li gorî agahiyan, dema ku Adem Tîner (54), hevjîna wî Sevînç Tîner (52), zarokên wan Mehmet Tîner (14), Îlkay Tîner (24) û Onur Tîner (27) li nav zeviyên xwe dixebitîn baranê lê kir.
Wan jî xwe sipart bin darekê lê dar ji wan re nebû sitargeh û birûskê li wan da.
Piştî agahîdayîna kesên li derdorê, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê her 5 birîndar birin nexweşxaneyên li bajêr.
Hat zanîn ku rewşa wan baş e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse