Careke din agir bi daristanê ket: Gundek hat valakirin

08-08-2025
RÛDAW
Nîşan Şewata Daristanan Karabuk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Karabukê ya Tirkiyeyê careke din agir bi daristanê ket û di çarçoveya tedbîran de gundek hat valakirin.

Roja Sêşemê agir bi beşeke daristana Karabukê ketibû û piştî hewldanan hatibû kontrolkirin.

Şeva borî agir dîsa geş bû û li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku balafirek, 5 helîkopter, 121 wesayîtên kar û 511 karmend midaxeleyî şewatê dikin.

Ji ber metirsiyê gundê Aricakê yê girêdayî navenda bajêr hat valakirin.

Parêzgarê Karabukê Mustafa Yavuz çû herêmê û xebatên vemirandina agir berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst