DEM Partiyê ji bo piştgiriyê Serokbajariya CHPyê ya Stenbolê ziyaret kir

08-09-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî CHP Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê dorpêça polîsan a li ser avahiya Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya CHPyê didome û şandeyeke DEM Partiyê ji bo piştgiriyê Serokbajariya CHPyê ziayret kir.

Ji bo Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya CHPyê jî bi awayekî demkî Gursel Tekîn wekî qeyûm hatibû destnîşankirin. 

Piştî ku Gursel Tekîn da zanîn ew dê 8ê Îlonê bi şandeya qeyûm re derbasî nav avahiya serokbajariya Stenbolê bibe, hêzên ewlehiyê doh şev ji bo pêşî li protesto û xwenîşandanan bigire hemû rêyên ku diçe serokbajariya CHPyê ya Stenbolê girtin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinara ku ji bo piştgiriyê çû ber avahiya Serokbajariya CHPyê ji rojnamegeran re axivî û bertek nîşanî rewşê da.

Çinarê got, “Em li Tirkiyeyê bi polîtîkaya qeyûman a sîstematîk re rûbirû ne.

Qeyûm ne tenê zirarê dide kesên hilbijartî, di heman demê de zirarê dide îradeya gelan jî.”

Arîfe Çinarê destnîşan kir ku ji bilî domandina têkoşîna demokrasiyê rêyeke wan a din nîne û ew dê ji bo avakirina aştî û demokrasiyê têkoşîna xwe bidomînin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konukçuyê jî got:

“Ev operasyona li dijî CHPyê ne tenê li dijî partiyekê, li dijî demokrasiyê hatiye kirin.

Ev destwerdaneke li dijî mafê hilbijartin û hilbijartinê û îradeya gel e.”

Konukçuyê da zanîn ku desthilata AK Partiyê hewl dide jîngeheke bêhilbijartin û bê sindoq ava bike û anî ziman ku aştî tenê bi edalet û demokrasiyê pêkan e.

Hat ragihandin ku di şandeya DEM Partiyê de Hevseroka Bajarê Stenbolê Arîfe Çinar, parlamenterên Stenbolê û Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Murat Çepnî jî hebûn.

Şande ji ber dorpêça li ber avahiyê nikarîbû derbasî nav avahiyê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst