Sezgîn Tanrikulu: Selahattîn Demîrtaş rehîne ye

08-10-2025
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Doza Kobaniyê Rehîne Fîgen Yuksekdag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu ragihand ku Doza Kobaniyê dozeke siyasî ye û Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî rehîneyên vê dozê ne.

Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu li ser pêşniyara Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya ji bo "Lêkolînkirina nehiqûqiyên Doza Kobaniyê û texrîbatên bicihneanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan Ewropayê" axivî.

Tanrikulu amaje pê kir ku Doza Kobaniyê dozeke siyasî ye û ji aliyê MHP û AK Partiyê ve hatiye vekirin.

“Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî rehîneyên vê dozê ne”

Sezgîn Tanrikulu bi bîr xist ku sala 2016an parêzbendiya Selahattîn Demîrtaş hatiye rakirin û hemû dosyeyên lêpirsînê ji dozgeriyan re hatine şandin lê derbarê Doza Kobaniyê yek belge nîne û li pey çû:

“Pişt re Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê belgeyên sexte çêkirine. Min berê ew belge li vir nîşanî we dabû.

Selahattîn Demîrtaş û gumanbarên parlamenter bi wê belgeya sexte beşdarî lêpirsînê bûne.

Pişt re we çi kiriye? We ew serdozger kiriye endamê Dadgeha Bilind.

Nabe angaştnameya dozekê bi hezaran rûpel be. Nabe biryara dadgehê 32 hezar rûpel be. Nabe biryara dadgehê bi salan biajo.

Eger bi rastî hinek wîjdanê we hebe divê hûn şerm bikin. Ev doz siyasî ye û Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî rehîneyên vê dozê ne. Divê wisa bê zanîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst