Komîsyon îro civîna xwe ya 14an li dar dixe

08-10-2025
Nîşan Komîsyon Civîn Leşkerên Malnişîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê îro di civîna xwe ya 14emîn de guh dide leşkerên malnişîn û nûnerên rêxistinên civaka sivîl.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê, komîsyon dê îro saet 14:00an bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş bicive.

Di rûniştina yekem de nûnerên komeleya leşkerên malnişîn ên wekî TESUD, TEMAD, EMUJAD û TEMUDê amade bin.

Komîsyon dê di rûniştina duyemîn a heman rojê de guh bide nûnerên Komeleya Çand û Piştgiriya Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda kirine (MEBYA-DER), Komeleya Yekîtî û Demokrasiyê (DOMBIRDER), Komeleya Polîtîka û Kar û Xebatên Demokrasiyê (PODEM), Komeleya Însiyatîva Gel û Komeleya Lihevkirina Civakî û Weqfa Aştiyê (TMD).

Tê pêşbînîkirin ku Komîsyon vê mehê karê guhdarîkirinê bi dawî bike û derbarê sererastkirinên yasayî pêşniyar-rapora xwe pêşkêşî Parlamentoyê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst