Civîna Komîsyonê hat bipaşxistin

12-11-2025
RÛDAW
Nîşan Komîsyon Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ya ku dê sibe bihata kirin, hat bipaşxistin.

Beriya çend rojan hatibû ragihandin ku Komîsyon dê 6ê Çiriya Paşîn bicive û hem derbarê serdana Abdullah Ocalan biryarê bide hem jî dê guh bide Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş doh di çarçoveya kar û xebatên Komîsyonê de bi serokwekîlên koman ên partiyên siyasî re civiya.

Serokatiya Parlamentoyê daxuyaniyek da û ragihand ku civîna Komîsyonê ya sibe hatiye bipaşxistin.

Hatibû ragihandin ku dê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalid beşdarî civîna Komîsyonê ya 17emîn bibin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, di balafira ku li ser sînorê Gurcistan û Azerbeycanê ketiye de 20 personel hebûn û tev mirine. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst