Antalya (Rûdaw) - Konseya 5emîn a Rojnamegeran a Gerdûnî (KGK) li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê hat lidarxistin.
Ji 41 welatan 310 mêvan beşdarî konseya KGKyê bûn.
Di panelên îsal ên konseyê de mijarên wekî medyaya nû, medyaya dijîtal, hişê çêkirî û rola medyayê di warê dîplomasiyê de hatin gotûbêjkirin.
Tora Medyayî ya Rûdawê jî wekî yekane dezgeha ji Herêma Kurdistanê beşdarî vê dîdarê bû.
"Îsal ji 41 welatan mêvanên me hebûn"
Serokê KGKyê Mehmet Alî Dîm got, “Îsal me pêncemîn dîdara xwe li dar xist û ev kar êdî bûye kevneşopiyek.
Sal bi sal em bi pêş dikevin û tora xwe berfirehtir dikin. Îsal ji 41 welatan mêvanên me hebûn.
Ji gelek welatên cîhanê mêvanên me hatin û di heman demê de ji hemû parêzgehên Tirkiyeyê rojnameger beşdar bûn."
Daryanur Jafarovaya ku ji Rûsyayê beşdarî dîdarê bûye hestên xwe wiha anîn zimên:
“Ez spasiya birêveberên vî karî dikim. Bi rastî ez gelekî kêfxweş im ku ez beşdar im.
Me ji gelek welatên cuda hevpîşeyên xwe nas kirin. Ji bo me derfetek bû ku em li ser karê xwe gotûbêjan bikin.
Ji mêvanan bigire heta pêşwaziyê, her tişt gelekî bi rêkûpêk hatibû kirin."
"Rojnameger ji çar aliyên cîhanê digihîjin hev"
Serkarê Ajansa Nûçeyan a Senegalê Jarno Ahmadosi li ser avakirina konseyê wiha axivî:
"Bi dîtina min, karekî wekî avakirina konseyeke rojnamegeran gelekî girîng e.
Rojnameger ji çar aliyên cîhanê digihîjin hev û gotûbêjan dikin.
Ji bo me derfetek e ku em bikarin li ser bipêşketinên li cîhanê nêrînên xwe parve bikin.”
Dîdara Konseya Gerdûnî 5 sal e li bajarê Antalyayê tê lidarxistin û Tora Medyayî ya Rûdawê jî wekî yekane dezgeha Kurdî ji bo vê dîdarê tê vexwendin.
Rojnamegeran di dîdarê de wekî mînakeke serkeftî behsa kar û ezmûna Rûdawê kirin.
"Rûdaw enerjiya xwe ji bo nûçe û raporên bêalî terxan dike"
Nûnerê KGKyê yê Trabzonê Ahmet Kulekçî wiha pesnê kar û xebatên Rûdawê da:
"Beriya her tiştî Rûdaw kanaleke televîzyonê ye ku li Rojhilata Navîn, Ewropa û cîhanê xwedî rêz û qedrekî baş e.
Hemû enerjiya xwe ji bo nûçe û raporên bêalî terxan dike. Bidestxistina vê rêz û prestîjê ne hêsan e. Ez we pîroz dikim."
"Xebatkarên Rûdawê ji bo gelê me xizmeteke mezin dikin"
Nîhat Aydinê ji rojnameya Agri Hursesê jî wiha axivî: “Em Rûdawê gelekî baş temaşe dikin.
Xebatkarên Rûdawê hem ji bo dab û nerîtên me û hem jî ji bo gelê me xizmeteke mezin dikin.”
Konseya Rojnamegeran a Gerdûnî (KGK) sala 2019an bi biryarname û destpêşxeriya Serokkomariya Tirkiyeyê hat damezirandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse