Ferhad Hemo 11 sal in winda ye: Malbatê bangî HSD û Koalîsyonê kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ferhad Hemo Rûdaw DAIŞ Rojnameger Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata Nûçegihanê Rûdawê Ferhad Hemo di 11emîn salvegera revandina kurê xwe de peyamek belav kir.

Malbatê bangî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navneteweyî kir ku ji bo eşkerekirina çarenivîsa Ferhad Hemo lêpirsîneke cidî bi girtiyên DAIŞê re bikin.

Nûçegihanê Rûdawê yê Rojavayê Kurdistanê Ferhad Hemo û wênegir Mesûd Eqîl, 15ê Kanûna Pêşîn a 2014an li ser rêya Qamişlo û Til Koçerê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin.

Îro tam 11 sal di ser wê bûyera bi êş re derbas bûn.

Mesûd Eqîl 21ê Îlona 2015an hat rizgarkirin lê aqûbeta Ferhad Hemo hîn jî nayê zanîn.

"11 sal in agahiyeke piştrastkirî tune"

Malbata Ferhad Hemo bi navnîşana "Di 11emîn salvegera revandina Rojnamegerê Kurd Ferhad Hemo de" daxuyaniyek belav kir.

Malbatê di peyama xwe de wiha got:

"Îro 11 sal di ser revandina birayê min, Rojnamegerê Kurd Ferhad Hemo re derbas dibin ku di 15ê Kanûna Pêşîn a 2014an de dema erkê xwe yê pîşeyî ya veguhastina rastiyê pêk dianî, ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve hat revandin.

11 salên windabûna bi zorê û 11 salên êş û bendewariyê, bêyî ti agahiyeke piştrastkirî li ser çarenivîsa wî.

Ev tawanek e ku bi demê re nayê jibîrkirin û binpêkirineke eşkere ya hemû yasayên mirovî û azadiya çapemeniyê ye."

Bangî HSD û Hevpeymaniya Navneteweyî hat kirin

Malbata Hemo daxwaz kir ku lêpirsîn bi endamên DAIŞê yên girtî re were kirin û wiha pê de çû:

"Em bangî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) dikin ku lêpirsîneke cidî û berpirsyarane bi mîr û endamên DAIŞê yên di destê wan de ne re bikin û ji bo eşkerekirina çarenivîsa rojnameger û revandiyên ku hîn dosyeyên wan ne diyar in, di serî de rojnameger Ferhad Hemo bixebitin."

"Berdewamiya bêdengiyê êşê zêde dike"

Malbatê her wiha bang li rêxistinên navneteweyî jî kir û got:

"Her wiha em bangî rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û rêxistinên têkildarî azadiya medyayê û parastina rojnamegeran dikin ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û yasayî bigirin stuyê xwe û zextê bikin da ku rastî derkeve holê û dawî li êş û azara malbatên windayan were.

Berdewamiya bêdengiyê êşê zêde dike, zanîna çarenivîsê mafekî mirovî ye ku nayê destjêberdan. Azadî ji bo çapemeniyê û rastî ji bo qurbaniyên windakirina bi zorê."

Revandina wan

Ferhad Hemo dema hat revandin hîn 25 salî bû.

Ew û hevalê xwe Mesûd Eqîl piştî heşt meh û du hefteyan xebata di Rûdawê de, dema ku li ser rêya Qamişlo û Til Koçerê bûn, ketin destê çekdarên DAIŞê.

Ji girtina wan, heta lêpirsîn û şkencekirina wan, kameraman Mesûd Eqîl roja 21ê Îlona 2015an hat rizgarkirin lê Ferhad Hemo heta niha jî winda ye û çarenivîsa wî nayê zanîn.

Ji destpêka girtina wî ve heta niha çarenivîsa Ferhad Hemo ne diyar e û tevî hemû hewlên malbat, xizm û Tora Mîdyayî ya Rûdawê jî derbarê wî ti agahî nehatine bidestxistin.

Hevdem malbat, xizm û hevkarên wî hêvî dikin ew jî rojekê bi xweşî û selametî li wan vegere û jiyana xwe di nav hezkirên xwe de berdewam bike.

Li aliyê din, gelek rêxistinên navneteweyî û saziyên rojnamegeriyê di van salên borî de gelek caran bang kiriye û hewl daye ku çarenivîsa Ferhad Hemo were eşkerekirin û ew vegere nav malbata xwe.

Ferhad Hemo 10ê Îlona 1989an li parêzgeha Hisîçayê ya Rojava Kurdistanê ji dayîk bûye.

Ferhad Hemo beriya ku were girtin zewicîbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Civîneke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) / Wêne: Arşîv

PDK civîna xwe ya demsalî dike

Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) civîna xwe ya dawî ya îsal, bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî li dar dixe