HEZKURDê li Stenbolê ji bo dersa Kurdî çalakî li dar xist

09-02-2025
RÛDAW
Çalakiya ji bo zimanê Kurdî / Wêne: HEZKURD / Vîdeo: Rûdaw
Çalakiya ji bo zimanê Kurdî / Wêne: HEZKURD / Vîdeo: Rûdaw
Nîşan HEZKURD Dersa Kurdî Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê, Komeleya HEZKURDê çalakiyek li dar xist û bangî malbatên Kurdan kir ku dersa Kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin.

Ji bo hilbijartina dersên Kurmancî û Kirmanckî yên polên 5-6-7 û 8an xebatên sazî û rêxistinên sivîl ên Kurdan berdewam in.

Xwendekar dikarin heta 17ê Sibatê li dibistanên navîn dersên Kurdî hilbijêrin.

Komeleya HEZKURDê bi beşdariya çend berpirsên Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz, Hunermend Kazo û çend kesên din çalakiyek li dar xist.

Çalakiya HEZKURdê li qada li ber Şaredariya Esenyûrtê hat lidarxistin.

Di çalakiyê de bangî malbatên Kurd hat kirin  ku dersa Kurdî hilbijêrin û xwedî li zimanê xwe derkevin.

Serokê HEZKURDê Suphî Ozgen di destpêka çalakiyê de got ku perwerde û fermîbûna zimanê Kurdî gelekî girîng e û bangî malbatên Kurdan kir ku zarokên xwe di dersa nemecburî ya Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî/Zazakî) de qeyd bikin.

Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWK Kasim Ergun ji Rûdawêr re behsa girîngiya dersa Kurdî kir û got:

"Niha milyonek Kurd dizanî binivîsin û bixwînin"

Kasim Ergun got, "Em wekî PWKyê ji destpêkê ve piştgiriya dersa hilbjarte ya Kurdî dikin" û pê de çû:

"Ev 13 sal in dersa Kurdî heye. Heger her sal 100 hezar xwendekarên Kurd dersa Kurdî hilbijarta niha ji milyonekê zêdetir Kurd bûbûn xwedî axaftin, xwendin û nivîsandina bi Kurdî."

Ergun amaje bi wê yekê kir ku dersa nemecburî ya Kurdî bi tenê têrê nake û got:

“Ji bo em zimanê xwe bikin zimanê perwerdeyê û zimanê fermî divê em vê derfetê wekî pêlikekê bi kar bînin.”

Ergun her wiha got, “Divê Tirkiye perwerdeya bi zimanê Kurdî û fermîbûna zimanê Kurdî qebûl bike û di Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de van mafan bicih bike.”

"Em jî wekî gelên dinyayê xwedî maf in”

Dengbêj Kazo jî got, "Divê em ji bo neteweya xwe û zimanê xwe her tiştî bikin" û anî zimên:

"Em jî wekî gelên dinyayê xwedî maf in. Zimanê me di nav dinyayê de jî tê hezkirin.

Di çar perçeyên Kurdistanê de bi zaravayên cuda tê axaftin.

Mafê her mirovekî çawa heye yê Kurdan jî heye."

Kazo her wiha anî zimên ku ew bangî hemû Kurdan dike ku xwedî li zimanê xwe derkevin û got:

"Bila malbata heta 17yê Sibatê dersa Kurdî ji bo zarokên xwe hilbêjerin. Bi fermîbûna zimanê Kurdî ti dewlet xira nabin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst