Hewlêr (Rûdaw) - Di roja 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî de jî li Tirkiye kuştina jinan hebû, li bajarê Konyayê jinek bi navê Merziye Salehzade ya 30 salî ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin.
Merziye Salehzade bi eslê xwe xelkê Efxanistanê ku li Tirkiyê bicîh bûbû û karê kuaforiyê dikir û dayîka sê zarokan bû.
Salehzade ev demek bû dixwest ji hevjînê xwe yê bi navê Hemidullah Nurî cuda bibe, lê di Roja Jinên Kedkar a Cîhanî de ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêrê hat kuştin.
Li gor agahiyên hatine belavkirin, bûyer demjimêrên doh êvarî 8ê Adara 2022ê li dikana ku Merziye lê kar dikir, qewimiye û piştî bûyerê Hemidullah Nurî ji aliyê polîsên bajarê Konyayê ve hat desteser kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse