Erdogan eşkere kir: Roja hevdîtina bi Şandeya DEM Partiyê re diyar bû

09-04-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan DEM Partî Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ew dê sibe bi Şandeya DEM Partiyê re bicive.

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de axivî.

'CHP wate cûntayê ye'

Recep Tayyîp Erdogan di axavtina xwe de li CHPyê girt û wiha got:

Ez şîretê li serokê giştî yê CHPyê (Ozgur Ozel) dikim ku dîroka xwe baş bixwîne. Ez pêşniyar dikim ku ew bi dîroka xwe ya qirêj re rû bi rû bibe.

Ji 1950î vir ve hûn di sindoqê de nînin û ji wê rojê û vir ve hûn hêviyê ji darbeya dikin.

CHP wate cûntayê (darbe) ye. CHPyê li vî welatî pirtûka cûntayê jî nivîsandiye.

Eger ew dadgeha serbixwe ku ew heqaretan lê dikin tunebûya, CHP dê bibûya êsîrê birêvebiriya cûntayê ya ji nav xwe.

Rabin û razên, ji bo dadgehê dua bikin ku wan hûn ji cûntayê ya ji nav we derket rizgar kir."

Lêpirsînên li Şaredariya Stenbolê

Erdogan derbarê Lêpirsînên li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî wiha anî ziman:

Mixalefeta sereke dixwaze pirsgirêkên xwe yên navxweyî veşêre, gendeliya li Stenbolê bitepisîne.

Em baş dizanin ku ew dixwazin çi ji dadgehê veşêrin. Dema ku firarî bên girtin û teslîmî dadgehê bibin, dê boçika canega rastî hingê biqete.

Ev kesên han dê ti halê wan nemîne ku li rûyê gelê xwe binêrin.

Hevdîtina bi şandeya DEM Partiyê re

Li ser hevîdîtina çaverêkirî ya bi Şandeya DEM Partiyê re jî Erdogan wiha axivî:

Rojevên me yên girîngtir hene. Meseleyên me yên giyanî yên wekî Tirkiyeya bê teror hene.

Em bi îznê Xwedê dê vê pêvajoyê bi awayekî ku dê ji bo welatê me xêr be bi encam bikin.

Em dê sibe şandeya DEM Partiyê qebûl bikin û îradeya xwe ya gihîştina armanca Tirkiyeya bê teror piştrast bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst