Hewlêr (Rûdaw) – Li 33 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 120 qaçaxçî û 519 koçber hatin desteserkirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên navbera 19-27ê Adarê de 120 organîzatorên qaçaxçîtiya koçberan û 519 koçber hatine desteserkirin.
Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku li 33 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî qaçaxçîtiya koçberan operasyon hatin kirin.
Yerlîkaya da zanîn, di operasyonên ku li Adana, Agirî, Amasya, Aydin, Bayburt, Bedlîs, Bursa, Çanakkale, Edîrne, Erzingan, Dîlok, Colemêrg, Hatay, Îdir, Stenbol, Îzmîr, Karaman, Mereş, Qeyserî, Kirklarelî, Kilîs, Kocaelî, Konya, Meletî, Mugla, Nevşehîr, Osmaniye, Sêwaz, Riha, Trabzon, Uşak, Wan û Yalovayê hatin kirin de, 120 qaçaxçî û 519 koçber hatin desteserkirin.
Yerlîkaya destnîşan kir ku operasyon bi hevahengiya Serokatiya Daîreya Têkoşîna li Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan û Deriyên Sînorî ya Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê hatine kirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya got:
“Operasyonên ku me bi 270 otomobîlên xalên koçê yên gerok li 81 bajarên me di dema betlaneya Cejna Remezanê ya 9 rojan de pêk anîn, nasnameya 107 hezar û 796 kesan hat kontrolkirin.
Hezar û 951 koçberên bêdestûr hatin tespîtkirin û me ew ber bi navendên dersînorkirinê ve şandin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse