Li 10 bajaran 72 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

09-05-2024
Nîşan Desteserkirin PKK Hincet Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 10 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 72 kes bi hinceta “endamtî, alîkarî û propagandeya PKKyê” hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê nivîsi:

“Li 10 bajaran 72 kes hatin desteserkirin ku wan di nav rêxistinê de kar kiriye, di Newroz û civînan de propagandeya rêxistinê kiriye, beşdarî bibîranîn û şîna endamên rêxistinê bûne û slogan bilind kirine, alîkariya darayî daye girtiyên ser bi rêxistinê ve û biryara wan a desteserkirinê û cezayên wan hebûne.”

Li hêla din ew kes li bajarên Amed, Riha, Mêrdîn, Xarpêt, Semsûr û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê û li bajarên Stenbol, Balikesîr, Antalya û Eskîşehîrê yên Tirkiyeyê hatine girtin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan, rojnameger û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst