Xwarinên zanîngehê hatin bihakirin: Xwendekar rabûn ser pêyan!

09-05-2024
RÛDAW
Xwendekar rabûn ser pêyan!/Wêne: Anka
Xwendekar rabûn ser pêyan!/Wêne: Anka
Nîşan Zanîngeha Hacettepeyê Xwarin Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Zanîngeha Hacettepeyê ya Enqereyê nirxê xwarinê li xwaringeha zanîngehê biha kir.

Xwendekar li dijî biryarê derketin û li ber serokatiya zanîngehê dest bi xwepêşandanê kir.

Xwendekara Zanîngeha Hacettepeyê li ser bihakirinê anî ziman:

“Di demekê de ku îro enflasyon ewqas bilind e, xwendekar bi rastî nikarin debara xwe bikin.

Nikarin bihewin. Îsal li zanîngeha me sê xwekuştin çêbûn.

Bi rastî em di serdemekê de ne ku xwendekar rezîl dibin û sermayedar dewlemend dibin.

Em wekî xwendekaran ji bo bidestxistina mafên xwe li vê derê ne.”

Bi biryara nû nirxê firavînê ji bo xwendekarên zanîngehê ji 15 lîreyan bû 20 lîre.

Xwendekar dibêjin bursên wan têra debara wan nake û daxwaz dikin ku ew biryar were hilweşandin û xwarinên zanîngehê jî werin başkirin.

“Şert û mercên jiyanê gelekî zehmet in”

Xwendekarê Zanîngeha Hacettepeyê da zanîn:

“Ez li şevîmanê dimînin lê mixabin em wekî xwendekar di warê debarê de gelek zehmetiyan dibînin.

Ji xwe li welatê me şert û mercên jiyanê gelekî zehmet in.

Bi ser de jî ev bihabûn û xwarinên xirab ku mirov nikare bi wan têr bibe, em anîne asta bêzariyê.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 7,1 milyon û 83 hezar xwendekarên zanîngehê hene.

Xwendekarên lîsansê 2 hezar lîre, yên masterê 4 hezar û yên doktorayê jî 6 hezar lîre bursa bê beramber an jî krediyê werdigirin.

Ev di demekê de ye ku rêjeya enflasyonê derdora ji sedî 70 ye û li gorî Konfedarasyona Sendîkayên Karekeran a Tirkiyeyê (TURKÎŞ) tenê xerciya xwarina mehane ya kesekî di ser 18 salî re meha borî 5 hezar û 311 lîreyên Tirkî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst