Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di betlaneya Cejna Qurbanê de li Tirkiye Bakurê Kurdistanê di qezayên trafîkê de 32 kes mirine û zêdetirî 4 kesan jî birîndar bûne.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya bîlançoya qezayên trafîkê yên çar rojên betlaneya Cejna Qurbanê bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Yerlîkaya got, “Di roja sêyem a Cejna Qurbanê (yekşem) de 722 qezayên trafîkê çêbûn.
Di van bûyeran de mixabin 6 welatiyên me li cihê bûyeran canê xwe ji dest da. Hezar û 227 welatiyên me jî birîndar bûn."
Yerlîkaya di beşeke din a daxuyaniyê de wiha got:
"Di çar rojên betlaneya Cejna Qurbanê (erefe/pêncşem, în, şemî û yekşemê) de 2 hezar û 960 qezayên tarfîkê çêbûne.
Mixabin 32 welatiyên me li cihê bûyeran canê xwe ji dest daye û 4 hezar û 817 welatiyên me jî birîndar bûne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse