Serokwekîla Koma DEM Partiyê: Divê desthilat li gorî rihê pêvajoyê tevbigere

09-07-2025
Nîşan DEM Partî CHP Desthilat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê derbarê operasyonên li ser şaredariyên CHPyê diyar kir ku operasyon “midexaleya eşkere ya sindoqê” û “mafê hilbijartinê” ne.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît doh li Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê operasyonên ser CHPyê axivî.

Gulistanê got, armanca operasyonên ku ji 19ê Adarê û heta niha li ser CHP û şaredariyan tên kirin cezakirina xelkê û bêdengkirina mixalefetê ye.

Gulistanê her wiha bangî desthilatê kir ku li gorî rihê pêvajoya aştî û demokrasiyê tevbigere.

“Zextên li ser mixalefetê hatine zêdekirin”

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bi vî rengî axivî:

“Di demekê de ku derfetên aştiyê zêde bûne û em behsa çareseriya demokratîk dikin û bi hev re ji bo bipêşxistina vê pêvajoyê dixebitin zextên li ser mixalefetê hatine zêdekirin, ev ne li gorî rihê pêvajoyê ye.

Divê çareseriya aştî û demokrasiyê ji bo hemû kesî aştî, demokrasî, azadî, edalet û azadiya siyasî bîne.

Ji ber vê yekê jî divê desthilat vê pêvajoyê yekparçe bibîne.

Divê desthilat ji tiştên ku dê bingeha çareseriyê bixe metirsiyê, civakê parçe bike, serweriya yasayan tune bike û sindoqê û hilbijartinê bê wate bike dûr bikeve ku ev tişt di demên derbeyan de tên kirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst