Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çayirovayê ya parêzgeha Kocaeliyê, jineke ku tê îdiakirin pirsgirêkên wê yên derûnî hebûn, kurê xwe yê 4 salî xeniqand.
Li Taxa Cumhuriyetê, doh kesên ku çûn mala M.İ.ya 33 salî, dîti ku kurê wê M.H.Y. yê 4 salî mirî li erdê ye û wan agahî da Navenda Banga Lezgîn a 112yan.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîsn çûn herêmê.
Tîmên tenduristiyê di kontrola xwe de diyar kir ku zarok miriye.
Hat zanîn ku dayika ku hatiye desteserkirin, di îfadeya xwe de li xwe mikur hatiye ku wê kurê xwe fetisandiye û kuştiye.
Jinik piştî kar û barên li ewlehiyê sewqî dadgehê hat kirin û hat girtin.
Hat zanîn ku jinikê kurê xwe bi balîfê fetisandiye û 8 saetan li gel termê kurê xwe bi tenê di malê de maye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse