Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sîmavê ya Kutahyayê saet 02:54an erdhejeke bi hêza 4,9an çêbû.
Li gorî agahiyên ku li ser malpera Serokatiya Birêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) hatine weşandin, erdhej bi hêza 4,9an bû û navenda wê navçeya Sîmavê bû.
Hat diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 12,1 kîlometreyan de çêbûye.
Parêzgarê Kutahyayê Musa Işin li ser hesabê xwe yê platforma Xê daxuyaniyek da û got:
"Di lêkolîna me ya li qadê de heta niha em rastî ti bûyereke neyînî nehatine.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse