Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand ku di destê wan de pakêteke siyasî heye ku li ser gelekî baş hatiye xebitîn.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk doh piştî civîna Lijneya Birêvebiriya Navendî (MYK) ya partiya xwe derbarê mijarên li rojevê daxuyanî da.
“Divê hestiyariya herî zêde bê nîşandan"
Omer Çelîk bal kişand ser peyama Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û got:
“Serokkomarê me got ku ji bo em herî zû bigihin armancên xwe yên derbarê Tirkiyeyeke bêteror, divê hestiyariya herî zêde bê nîşandan.
Divê hestiyariya bilind a derbarê Tirkiyeya bêteror û herêmeke bêteror ji aliyê hemû hevalên me ve bê parastin.
Serokkomarê her wiha got ku divê hemû yekîneyên me yên ku kar dikevin ser milê wan di çarçoveya armanca Tirkiyeya bêteror de, xebatên xwe bi awayekî bêkêmasî û bi performanseke bilindtir bi cih bînin."
"Em dê gavên yekem bixin rojeva xwe"
Çelîk amaje bi pakêteke nû ya reforman a partiya xwe kir û got:
"Di destê me de pakêteke siyasî ya ku gelekî baş li ser hatiye xebitîn heye.
Armanca wê başkirina qadên cuda, derbaskirina astengiyên li pêşiya armancên sedsala Tirkiyeyê û nûjenkirina wan cihan e.
Em dê demên bê gavên yekem bixin rojeva xwe ya siyasî."
"Xebatên ji bo destûra bingehîn didomin"
Berdevkê AK Partiyê ragihand ku peyama Erdogan a derbarê destûra nû ya bingehîn jî zelal e û got:
"Ev deynekî hemû siyasetmedaran û hemû mirovên dewletê ye li hemberî nifşên paşerojê.
Ji ber vê yekê, partiya me xebatên xwe yên derbarê pêkanîna vê yekê bi hestiyarî didomîne.
Wekî ku hûn jî dizanin, şandeyeke me derbarê vê mijarê heye.
Ev şandeya me civînên rêkûpêk dike û hatiye qonaxa temamkirina belgeya me ya helwesta siyasî ya derbarê destûrê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse